Li Xezayê karesata tenduristiyê: Kanalîzasyon û cenazeyên rizî
Li Zîvala Xezayê cenazeyên ku rizî bûne û ava kanalîzasyonê di serî de zarok, ji bo jiyana hemû mirovan xeter e. Çaresernekirina pirsgirêkên binesaziyê, krîzê kûrtir dike.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250217-almadt-jpg201d46-image.jpg)
RAVÎF SULEYM
Xeza – Kanalîzasyon û kavilên ku li dû şer û pevçûnan mane, li Zîvala Xezayê her ku diçe jiyanê dijwartir dikin. Jinên ku nikarin vegerin malên xwe, di bin konan de di nav şertên tengav de dijîn. Kesên ku dikarin vegerin jî li malên ku bûne xirbe, neçar dimînin jiyana xwe bidomînin. Yên ku ji ber vê rewşê herî zêde şerpeze dibin jî, zarok in. Ji ber ku zarok ji ava paqij û dermanên pêwîst, bê par dimînin. Ji Cotmeha 2023’an heta niha tunebûna amûrên tibî, li Zîvala Xezayê bûye sedema belavbûna nexweşiyan.
Bandora karesatên hawirdorê ya li ser jinan
Li Xezayê şertên hawirdorê her ku diçe xirab dibin. Rûniştvana Xezayê Vîsam Sedudî anî ziman ku rewş li bajêr her roj xiratir dibe û wiha got: “Hema bêje hemû avahî hatine hilweşandin, kon jî ji bo şertên bicîhbûnê ne guncaw in. Ji ber rewşa hewaya dawî, gelek kon hilweşiyan û jin û zarok di nava ava baran û kanalîzasyonan ku tevlîhev bûye de mane. Cil û betaniyên me bi temamî şil bûne, ev jî metirsiya nexweşiyan zêde dike. Binesazî di encama bombebarana Îsraîlê de ji ber bi temamî texrîb bûye, ava kanalîzasyonê derketiye derve û sîstema ku wan vegerîne, tune kirin. Ev rewş bi taybetî jinan xistiye bi barek giran ê derûnî û pêwîstiya jinan bi desteka derûnî heye.”
Metirsiya zêdebûna nexweşiyan ji bo jin û zarokan
Li gor Vîsam Sedudî, kontrolkirina ava kanalîzasyonan bi taybetî ji bo zarok û dayîkan rê li ber pirsgirêkên tendûristiyê vedike. Vîsam derbarê vê xeterê de wiha got: “Ji ber ava qirêj enfeksiyonên bi riya nefesê û nexweşiyên çerm bi lez belav dibin. Lê belê di kampan de yan jî taxan de navendek tendûristiyê ku nexweşiyan bizane û tedawî bike jî, tuneye. Ev rewş bi taybetî jinên bê parastin û zarokan bi xeteriyên mezintir re rûbirû dihêle. Ji ber ku jin nikarin xwe bighînin amûrên paqijiyê, neçar dimînin zarokên xwe di mal de bihêlin. Ev rewş ji bo tenduristiya zarokan gefek mezin ava dike. Dayîk ditirsin ku zarokên xwe derxin ji derve. Zarok hatine rewşeke ku êdî lîstokan nalîzin. Gelek ji wan, ji ber îzolasyona civakî pirsgirêkên derûnî dijîn. Bi taybetî nîşaneyên otizmê tên dîtin. Tu qadek ku zarok biçîn lîstok lê bilîzin tuneye. Tenê jiyanek bi mirin û nexweşî dijîn.”
Azadiya tevgera jinan tê sînorkirin
Vîsam Sedudî amaje bi wê yekê kir ku ji ber belavbûna ava kanalîzasyonan di tevgerkirinê de tengasiyan dikşînin û ji bo pêwîstiyên rojane dabîn bikin, neçar dimînin mesafeyên dûr bimeşin. Vîsam ev tişt got: “Jin ji bo ji riyên ku tije av bûne birevin, neçar dimînin riyên gelek dûr bimeşin. Lê belê tevî her tiştî hewl didin zindî bimînin. Ji bo pêwîstiyên rojane pêk bînin û roja din bibînin, têkoşîna xwe didomînin.”
‘Divê bînesazî cardin were avakirin’
Vîsam Sedudî bang li civaka navnetewî û welatên bexşker kir ku ji bo ku binesaziya Xezayê cardin ava bikin bikevin nava tevgerê û wiha got: “Ne pêkan e ku şaredariyên Xezayê bi tena serê xwe van pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo başkirina sîstema kanalîzasyonan û bikaranîna makîneyên giran, hewcedarî bi alîkariya ji derve heye. Di heman demê de ji bo xebitandina tesîsên palandina avê pêwîstî bi sotemeniyê heye. Beriya şer jî pirsgirêk dihatin jiyîn, lê belê piştî êrîşên Îsraîlê, li ser Xeza rewş vegeriya karesatê.”
‘Cenazeyên rizî bûne ji bo tenduristiya gel xeter in’
Vîsam Sedudî da zanîn ku cenazeyên di bin xirbeyan de mane, metirsiyên mezin ava dikin. Vîsam bal kişand ser xeteriyên ku cenazeyên rizî bûne li ser tenduristiyê dikin û anî ziman ku ev krîzek mirovî ye. Vîsam ev rewş wiha bilêv kir: “Cenazeyên ku rizî bûne, yên di bin xirbeyan de mane, ji bo gelê Xezayê hatiye asteke ku mirov pê bimirin. Di heman demê de komnekirina çopan û rewşa hilweşîna bi temamî ya sîstema paqijiyê, hê zêdetir xirab dibe. Ger ji van pirsgirêkan re çareseriyek neyê dîtin, li Xezayê rêjeya mirinê wê bi lez zêde bibe.”
Vîsam Sedudî diyar kir ku zêdekirina navendên tenduristiyê girîngiya jiyanê hildigirin û ev bang kir: “Divê hejmara navendên alîkariya tibî zêde bibin. Mirovên ku li Xezayê dijîn, her roj rû bi rûyî nexweşî û mirinan tên. Divê civaka navnetewî li beramberî vê rewşê bêdeng nemîne.”
‘Divê em çavkaniyên avê biparêzin’
Vîsam Sedudî destnîşan kir ku divê ava kanalîzasyonan were pelandin û çavkaniya ava binê erdê jî qirêj bûye. Vîsam da zanîn ku ev jî ji bo tekane ava vexwarinê ya li Xezayê gef e û wiha got: “Ji bo gelê li Xezayê, tekane çavkaniya avê girêdayî ava binerd e. Lê belê belavbûna bê kontrol a ava kanalîzasyonan, çavkaniya ava binerd jî qirêjî dike. Ev jî dê gel bike nav pencikên bêaviyê.”
‘Em mafê xwe yê bingehîn dixwazin’
Vîsam Sedudî da zanîn ku jinên Filîstînê ji bo ku sax bimînin têkoşînek mezin dimeşînin û êdî dixwazin bigihên xizmetên xwe yên herî bingehîn. Vîsam bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Jinên Filîstînê, êdî ji hewldana tenê sax mayînê westiyane. Em heq dikin ku mîna jinên din ên dinyayê xwe bigihînin xizmeta mefê xwe yê bingehîn. Êdî em dixwazin mîna mirovan bijîn. Jin û zarokên Xezayê, divê neçarî jiyana di nava karesatê de neyên kirin. Divê em jî bikaribin pêşerojek tije hêvî ava bikin.”