Li Mexribê di reforma zagona malbatê de rola sendîkayan

Parêzvana mafên jinan Îlhamî Belfehilî diyar kir ku sendîka li Mexribê, di parastina mafên siyasî û civakê yên çîna karker de xwe rol in, hevkariya di navbera rêxistinên mafên mirovan û sendîkayan de bo sererastkirina hiqûqa malbatê bandore çêdike.

HANAN HARAT

Mexrib – Xebatên reformê yên ji bo li Mexribê zagon were nûkirin, di çarçoveya mafên jinan û wekheviya civakê de rê li ber nîqaşên berfireh vedike. Li herêmê bi taybetî li welatên mîna Tûnis, Misir û Urdunê heman pêvajoyên reforman tên jiyîn, faktorên olî û civakî aliyê van guherînan diyar dikin.

Sedîka û reforma zagona malbatê

Sendîkavana Mexrîbê û parêzvana mafê jinan Îlhamî Belfehilî diyar kir ku sendîka ne tenê awayê parastin mafê karkeran e, di heman demê de ji bo pêkanîna wekheviya di nava malbatê de û mafên jinan bixe ewlehiyê aktorek girîng e û wiha got: “Ji bo pêkanîna parastina jinan di malbatê de û zêdekirina destkeftiyên zagonî divê rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl û komeleyên jinan re bi hev re tevbigerin. Di vî alî de rola sendîkayên li Mexribê, di reforma zagona malbatê de her ku diçe diyartir dibe. Sendîka ji bo guherînên hiqûqî tenê di asta teorîk de nemînin, di asta civakê de were pêkanîn zextê li hikumet û avakerên zagonan dike. Sendîka ji bo hevsengiya di navbera jin û mêr de pêk bînin diyar dikin ku divê reform berfireh be.”   

Reformên zagona malbatê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê

Îlhamî Belfehilî da zanîn ku nîqaşên li reforma zagona malbatê ya li Mexribê, weke perçeyek dînamîkên herêmê tê nirxandin û got: “Li welatên weke Tinûs, Misir û Ûrdunê, heman nîqaş hene, bi taybetî pirsa; nirxên olî û civakî bi reforman çawa şêwe bigre derdikeve pêş. Tûnis yek ji welatên ku di mijara mafên jinan de li herêmê gavên girîng davêje ye. Lê belê hinek guherînên di reformên zagona mîras de, berteka beşên muhafezakar girtiye. Li Misrê nîqaşên ku li ser zagonên xwedîkirin û hevberdanê didomin, li gel rêxistinên ku mafên jinan destek dikin û şêweyê malbatên paşverû anîne rû bi rûyî hev. Li Urdunê guherînên zagonî ku di salên dawî de hatine kirin, balê dikşînin ser statuya jinan a di nava malê de. Bi taybetî mijarên piştî hevberdanê parvekirina mulkiyet û dayîna mafên hemwelatîbûnê yê zarokan ji bo dayikê nîqaşên mezin hene. Mexrib di nava van pêvejoyan de weke modelek hevseng balê dikşîne. Nîqaşên ku li welat tên meşandin, her çendî bişibe li yên welatên din jî awayê pêvajoya rêveberiya  dewletê û mekanîzmayên diyaloga civakê li Mexribê ji yên din tê cudakirin.”

‘Di nîqaşên malbatê yên Mexribê de du nêrînên cuda’

Îlhamî Belfehilî diyar kir ku di nîqaşên malbatê yên Mexribê de dû nêrînên cuda derketine û wiha got: “Li aliyekê, polîtîkayên hevsengiyê yên Kral 6. Muhamed dane meşandin, diparêze ku reformên zagonî di çarçoveya edalet û wekehviyê de were kirin. Bi gotinên fermî, hedef dikir ku mafên jinan zêde bikin, di heman demê de di hewldana parastina awayê malbatê û aramiya civakê de ne. Li aliyê din jî gotinên popîlîst bi gotinên dijwar reforman rexne dikin û di medyaya dîjîtal de belav bûne hene. Ev gotin ziyanê didin pêvajoyên reformê. Di medyaya dîjîtal de tenê hinek guherînên zagonê derketine pêş, çarçoveya giştî ya reformê berovajî kirine. Ev nîqaşên wiha ne tenê ji bo Mexribê ye, heman pêvajo li Tûnis, Misir û Urdunê jî hatiye jiyîn û medyaya dîjîtal gotinên li dijî reformê gur kiriye cudakariyê di nava civakê de kûr kiriye.”

 

 Rêveberiya hikumetê di pêvajoyên reformê de

Îlhamî Belfehilî sekna hikumetê ya li dijî pêvajoyên reformê rexne kir û got: “Hikumetê dema ku guherîna zagona malbatê pêşkêş kir qasî pêwîst e ne zelal bû. Rayedaran li gorî baweriyên xwe yên şexsî şêwe dan van reforman. Bi taybetî di mijarên mîna mafê mulkiyetê yê jinan ên piştî zewacê û parvekirina mal de nediyarbûn heye û ev rewş di nava gel de bûye sedema fikaran. Di heman demê de di têkiliya hikumetê ya bi gel re kêmanî hene. Divê nîqaş zêdetir bi zimanekî eşkere ku gel jê fam bike werin meşandin.”

‘Kêmaniya partiyên siyasî û rola sendîkayan bilind dibe’

Îlhamî Belfehilî bal kişand ser nîqaşên reforma li Mexribê û wiha domand: “Lewazbûna partiyên siyasî di pêvajoyê de, bi awayekî paşverû partiyên ku li bendê ne şêwe bidin pirsgirêkên civakê, ji derveyî van nîqaşan tên hiştin. Sendîka û rêxistinên civaka sivîl bûne aktorên sereke. Bi saya kêrhatiyên sendîkayan ku rasterast têkilî bi beşên cuda yên gel re datînin, bûye xwedî hêza bi bandor. Di vê pêvajoyê de divê rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan hevkariyê bikin û pêwîstî bi beşdariya berfirehtir heye.”

Reforma hiqûqa malbatê  

Îlhamî Belfehilî diyar kir ku reforma hiqûqa malbatê ku li Mexribê tê meşandin weke li welatên din ji bo dînamîkên civakî û hevsengiya siyasî şêwe digre û got: “Lê belê Mexrib weke welatên ku hewl didin pêvajoya reformê bi awayekî hevseng bidin meşandin derdikeve pêş. Serkeftina reforman tenê bi guherînên zagonî bi sînordar nîn e, ji bo zêdekirina hişyariya civakê divê der barê reformê de gel were hişyarkirin. Li gorî welatên din ên herêmê, modela Mexribê reformên bi qidem û bi awayekî berfireh bi mekanîzmayên diyalogê derdikeve pêş. Lê belê sendîka û civaka sivîl divê zêdetir beşdar bibin. Serkeftina reforma li Mexribê, girêdayî pêkanîna hevsengiya civakê û bihêzkirina mafên jinan e. Di dema pêşiya me de wê ev nîqaş şêweyeke çawa bigre tê meraqkirin.”