Li Stenbolê serdegirtina malan: 52 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di serdegirtina malan de endamên EMEP, SYKP, HDK, ESP, DBP, Partiya Çep a Kesk û rojnameger jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.

Stenbol – Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de endamên Kongreya Demokratîk (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Çep a Kesk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Derbarê 60 kesan de biryara binçavkirinê

Di daxuyaniya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî dayîn de ragihand ku  opersayon li dijî HDK’ê hatiye kirin û di çarçoveya lêpirsînê de li 10 bajaran ji bo 60 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayin û heta niha 52 kes hatin binçavkirin. 

Navê hinek kesên hatin binçavkirin

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Aynûr Cengîz, Melîh Kayhan Pala û Esengul Demîr ên HDK’î; Nacî Donmez ê ji Partiya Çep a Kesk; ji EMEP’ê Sema Barbaros, Mûstafa Mayda, Mehmet Turp; ji ESP’ê Semiha Şahîn; ji DBP’ê Atîlla Ozdogan, Erkîn Barin Goyluler; ji SYKP’ê Halît Elçî, Mehmet Saltoglû, Ahmet Saymadi; rojnameger Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Elîf Akgul û wênesaz Taner Guven û hunermend Pinar Aydinlar.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan bertek nîşanî binçavkirin da û ev parvekirin kir: “Bi operasyonek a nivê şevê de serokê me ê Stenbolê, serokê navçeya Gungorenê, rêveber û endamên me jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Em vê bêhiqûqiyê û helwesta keyfî şermezar dikin. Dê desthilata yekmêrî ku dixwaze Tirkiyeyê veguherîn girtîgehê negihije armancên xwe. Em ê teslîmî vê zîhniyetê nebin û têkoşîna me dê bidome.”