229 parêzerên Îranê li dijî cezayên darvekirinê bang kirin
229 parêzerên Îranê bi nameyekê bang li dadwerê Îranê kirin ku cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin. Di vê çarçoveyê de, 229 parêzerên Îranê dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî, nameyek ji serokê dadwerê Îranê re şandin.
Di nameya parêzeran de banga xirakirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, tê kirin û hate gotin ku divê carek din dosya werin lêkolînkirin.
Di nameya parêzeran de ev tişt hate gotin: “Cezayê ji bo her sê jinan hatî dayîn, ne tenê berovajiyê pîvanên îslamî, mirovî û mafê mirovan e, di heman demê berovajî pîvanên navneteweyî yên Îran ya li ser mafê jiyan û pêvajoya yasayê ye. Cezayê her sê jinan wê bandorê li hevsoziya neteweyî û hestên cûdakariyê bike.”
Çi bûbû?
Di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.