Li Endonezyayê ji ber hezazê 20 kes jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Sûlawesî ya Endonezyayê, yek jê dayik û zaroka wê hejmara kesên ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Tana Toraja ya eyaleta Sûlawesî ya Başûr ji ber barana zêde ya êvara Şemiyê li du gundan hezazê rû da. Piştî ku cenazeyên dayikeke 43 salî û zaroka wê ya 3 salî hatin dîtin, rayedaran diyar kirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 20.

Ji tîma rizgarkirinê ya herêmê Mexîanûs Bekabel daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Tîma lêgerîn û rizgarkirinê qurbanî li cihekî ne dûrî hev dîtin. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan dayik û yek zarok bû."

Bekabel anî ziman ku piştî dîtina du qurbaniyan karê lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bû.