Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê: Bêdengî hevkari ye

Seroka Desteya Jin a Efrîn-Şehba Emîna Mele Hesen diyar kir ku li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve destdirêjî ser nirxên jiyanê tên kirin û li hemberî bêdengiya qada navnetewî got, “Bêdengî hevkarî ye.”

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji dagirkirina herêma Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê di 18'ê Adara sala 2018'an de û heya niha ji aliyên çeteyên girêdayî dewleta tirk ve bê navber kiryarên dij mirovî li beramberî hemwelatî, xweza, dîrok û axa Efrînê tên meşandin. Li ber çavên hemû cîhanê siyaseta qirkirin û talankirinê tê meşandin. Rojane jin û zarok ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve tên hedef girtin û destdirêjî lê wan tên kirin. Di van demên dawî de û li gor belgeyên ku hatine tesbîtkirin, 3 zarok rastî destdirêjiyê hatine û zarokekê ji ber destdirêjiya dawî li jiyana xwe aniye.

Seroka Desteya Jin a Efrîn-Şehba Emîna Mele Hesen der barê kiryarên ku li Efrînê tên kirin ji ajansa me re axivî.

Li ser nirxên jiyanê destdirêjî tê kirin

Emîna Mele Hesen bal kişand ser dagirkeriya Efrînê û kiryarên li wir tên meşandin û got:  “Li Efrîna dagirkirî di van demên dawî de em bûn şahidê gelek bûyerên bi êş û xemgîn, bi taybet ji aliyê çeteyan ve destdirêjiya zarokên temen biçûk. Mixabin kesên ku banga çareseriya Sûriyê û aloziya ku tê jiyîn dikin, ji kiryarên dagirkeriyê li ser gelê sivîl bi taybet ser zarokan tê meşandin nabin bersîv. Zarok nirxên herî biha ne, lê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê beyî ku hesab ji wan bên xwestin dest dirêjiyê li ser van nirxan dikin.”

‘Divê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin’

Emîna Mele Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ger ewlehî û aramî hebe wê çima mirov dawî li jiyana xwe bîne û got: "Li Efrînê ji ber ewlehî û aramiya herêmê nayê peydakirin gelek kes dawî li jiyana xwe tînin. Herî dawî jî bûyera xwekuştina zarokek 16 salî derket holê. Ji ber ne ewlehiyê gelek caran mirin tê tercîhkirin û êdî mirov li Efrînê li deriya rizgariya ji kiryaran digerin ew jî yan xwe dikujin an jî mecbûr dimînin koçber bibin. Ji ber tevlîheviya siyasî û ewlehî li wan deveran mirov bi taybet dighîn vê astê. Bi sedan bûyerên destdirêjiya jinan rû da tu hesab nehat xwestin. Ger hesab ji sucdaran bê xwestin û bihatina cezakirin ev bûyer û kiryar xwe dubare nedikirin. Çeteyên ku kiryarên xwe didin meşandin piştgiriyê ji dewleta tirk a dagirker digirin."

‘Bêdengî dihêle ev kiryar berdewam bike’

Emîna Mele Hesen destnîşan kir ku rêxistinên mirovî û ên parastina mafê zarokan dikin li hember van kiryaran nabin xwedî helwest û wiha got: “Li beramberî van kiryar û binpêkirinên li beramberî zarokan de tên kirin, qaşo rêxistinên cîhanî yên parastina mafê zarokan li dijî van kiryaran helwesta xwe diyar nakin û di heman demê hesab ji bersûcan naxwazin. Li ruxmî ku ev kiryar bi belge ne,  her wiha bêdengiya wan li beramberî van bûyeran tê wateya hevkariyê. Bêdengiyan wan dihêle ev kiryar berdewam bike.”