‘Şoreşa Jinê Şoreşa guhertin û veguhertinê ye’

Jinên Beşdarî sempozyumê bûn teqez kirin ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêk tên pirsgirêkên hişmendiyê ne û gotin:” pêwiste em çand û hişmendiya jinê ya rast ava bikin.”

Hesekê-Bi însyatîfa Kongra Star, Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û Meclisa Jin a Partiya Sûriya pêşerojê bi  dirûşma ‘Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirina gelan a Lozanê têk bibin’ sempozyumek li bajarê Hesekê lidarxistin. Zêdeyî 60 jin ji Rêxistinên jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Sûriya pêşerojê, Meclisa Yekîtiya Jinên Ermen, Yekneyên Parastina Jin YPJ’ê amade bûn. Lêkolîner, çalakvan û siyasetmedar ji Lubnan ,Arden, Misirê bi rêya Zom beşdar bûn.

Rûniştina yekemîn li ser ‘Rastiyên Dîrokî’ ji aliyê Edîtora kovar a çand û zanistî  Fereh Sabir hat şîrovekirin. Runiştina duyem ya sempozyomê ji aliyê rêvberiya navenda fikir ya lêkolînên siyasî û stratêjî Seher Ebid Rehman hate rêveberin û derbarê mijara mudexeleya hezên biyani li ser Rojhilata Navin nîqaş kirin. Mijara sêyemîn jî li ser pergala qirkirinê ya li Mezopotamayê ye, ji hêla lêkolînera şaristaniyên Rojhilata Kevin, zimanê Suryanî û cîgira serokê Partiya Yekitiya Suryan Leyla Letî ve hat nirxandin û têde balkişand li ser komkojiya Sêfo ku yek ji planên qirkirinê ya peymana Lozanê ye nirxand.

Di Rûniştina dawî a çaremîn li ser rola jinan di pêşxistina rêgezên cîrantiya baş ji aliyê  Seroka Desteya Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed hat şîrovekirin û da zanîn ku jin xwedî roleke pir girîng di komkirin, rêxistinbûyîn û rêzdariya civakê cih digre.

‘Hêzên desthilatdar di şexsê jinan krîzan kûr dikin’

Rojnemevan Nergiz Îsmayîl balkşand li ser pirsgirêk û krîzên li Rojhilata Navîn û wiha got:” Eger em li dîrokê vegerin, dîrok bi dagirkeriya Osmaniyan bi rêbazên hovane dagirtî ye. Dagirkeriya ku pêk hat di şexsê jinan pêk anîn. 3 zagonên bingehîn li tevahî cihanê heye ku hêzên desthilatdar xwe li ser ava dikin û berjewendiyê xwe pêk tînin. yek jin mûlkê mêre, ya din jina ku ji bo her tiştî bêje erê ne xwedî nerîn be. Ya sêyem gerek jin zewaca pir jinî berî zilam qebûl bike. Sîstemên desthilatdar an go dewlet yek sîstem û hişmendî ye lê bi navên cuda cuda ye. Ji bo wê jî pirsgirêk di hişmendiya mêr a dagirker de ye. Eger em bighêjin çareseriyekê pêwistî bi guhertina hişmendiya mêr heye. Gerek em çanda dayikê di bin netewekî de çember nekin .gerek hemû jinên Rojhilata Navîn li dijî hişmendiya mêr bisekine, gerek jina zane a ku bi çand û zimanê xwe girêdayî ye bibe bersiv ji hişmendiya qirkirin û tunekirinê re.”

‘Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bersiva peymana perçekirinê ye’

Endama Meclisa Jin a Sûrî Rîhab Ibrahîm destnîşa kir ku peymana Lozanê heya roja îro jî  pêşengên şoreşê hedef digire û wiha axaftina xwe domand:” Peymana Lozan peymanek perçekirinê ye, di roja îro de dagirkeriya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat. Her wiha hedefgirtina pêşengên Şoreşê dewama peymana Lozanê ye. Dema dagirkerî qetilam pêktîne ne tenê bi serê gelekî pêk tîne, ji dîrokê bigre heya roja me ya îro de her netewek xwedî êş û komkujiyekê ye. Bêguman yê herî bedelên giran jî dide jin e. Hêzên desthilatdar li ser xwîna gelan xwe avadikin û bercewendiyê xwe pêk tînin. Ji bo ku em bikaribin li dijî vê hişmendiyê bisekinin pêwistî bi yekîtiyê heye. Îro em wekî rêxistinên jin di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azad” li tevahî cihanê xwedî rol û misyon in. Emê bi vê dirûşmê perçekirinê rakin û rê li ber komkujî û koletiyê bigrin.”

Sempozyum wê bi encamnameyekê bi dawî bibe