Îlham Ehmed: Konfederalîzma jin sînorê dewletan bê wate dike

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed da zanîn ku dîrok bi destê mêr û baviksalariyê hatiye ava kirin û got:” Pêwiste em bi çavê jinan li dîrokê meyze bikin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Bi nêzbûna 100’emîn salvegera Lozanê ku di sala 1923 an de hat îmzekirin û di encamê wê de Kurdistan çar perçe kirin. Gelan di şexsê jinan de kirin koleyê xwe. Doh Sempozyuma jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Em bi hêz û hevgirtina jinan parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin" ku bi beşdariya zêdetirî 60 siyasetmedarên jin, çalakvanên warên cuda hatibû li dar xistin.Têkîldarî vê mijarê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Îlham Ehmed  nirxandin kir.

‘Pêwiste jin di qadên siyasî û navendên biryaran xwedî misyon be’

Îlham Ehmed da zanîn ku divê jin dûrî navendên biryaran neçe û wiha anî ziman:” Peymana Lozan ji bo tevahî jinên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û her wekî din peyamek qirkirinê ye. Encamê peymanê yek hişmendî  hat avakir hişmendiya yek al, netew, çand û ol zihniyetek ku her tişt di bin siya dewletê çareser dibe. Di wê dîrokê de KomaraTirkiyê hat ava kirin û mafê Kurd û Ermen û hemû pêkhateyên din hat inkar kirin. Jin wekî zayendek esasî di civakê de ye  ew jî zirarek mezin ji vê peymanê dît ruxmî ku jin beşdarî peymanê nebû  dûrî qada siyasî  rêxistinbûyîn hate kirin. Biryar girtin bi tek alî çêbû ew jî ji aliyê mêr hate pêkanîn ji bo wê jî encamê peymanên wiha bi giranî li ser jinan bandora xwe kiriye û zirara  mezin jinan jê dîtiye ji ber ku encamên van peymanan perçekirina welat, penaberkirina gel, çandên li ser civaka hatine feriz kirin û helandina çanda jin hemû ji encamên peymanên bi vî rengî ne.”

‘Serdemek rêxistinkirî  pêwiste’

Îlham Ehmed  di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku pêwistî bi avakirina Konfederalîzmek ku nasnameya her rêxistineke jinan nas bike heye û wiha axaftina xwe domand:”Ji bo ku em encama peymanê têk bibin pêwiste jin rêxistinkirî be jin di zanista dîrokê  be, di peymanên bi vî rengê divê jin dûrî navendên biryaran nebe pêwiste jin di nav navenda biryaran  de be û bizanibe çi siyaset tê meşanidn. Bi rakirina sînorê dewletê heyî pirskirêk çareser nabe lê sîstemek heye ku sînora derbas dike. Wekî sîstema konfederal  di navbera gelan de, di navbera jinan de ye. Konfederalîzma jina sînorê dewletan bê wate dike ev sîstem dikare bandor û encamê van peymanan ji holê rake. Li ser vî esasî tê xwestin ku serdemek nû ê rêxistinbûyînê, serdemek nû yê hevgirtinê pêwîst dike û hev re li ser vî esasî karibin encaman biguherin  derbas bikin.”