Nobeta Edaletê di roja 843’an de ye

Malbeta Şenyaşar di roja 843’an ya Nobeta Edaletê de payama ‘Yên ku li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman e.’ dan.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Çalakiya malbatê di roja 843’yan de berdewam kir. Ji ber nexweşiyê, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Îslamiyet, tenê ji dersok û secdeyê pêk nayê. Îslam emir dike ku mirov adil û biedalet be. Yên ku li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanê bêziman in. Heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me ya heq bidome.”