‘Hûn ji polîtîkayên dijminatiya jiyana zarokan dikin şerm nakin’

Di daxuyaniya hevpar ya Parlamenterên jin ên Partiya Çepên Kesk û HDP'ê destnîşan kirin ku AKP di dema desthilatiya xwe de hêjmara zarokên keç ê dibin temenê 15 salî de di welîdinin gihaye 21 hezar û 87’an.

Enqere- Parlamenterên jin ên Partiya Çepên Kesk û Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Meclisê têkildarî sûcên li dijî zarokan tên kirin civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin daxuyanî hate xwendin.

‘Hêjmara dûcaniyên dibin 19 salî de gihaye 2 milyonan’

 Beritan Guneş Altın diyarkir ku li seranserî welat dibin navê ‘zewacê’ de êrîşên zayendî li beramberî zarokan ji ber polîtakayên desthilata AKP/MHP’ê ya dijminê jin û zarokan her roja ku diçe êrîş zêde dibe û wiha hate gotin: “Di dema desthilatdariya AKP û MHP'ê de hejmara zewicandina zarokan zêdetir bû û ev tişt di daneyên TUÎK’ê de hene. Ev daneyên ku heyî çi nîşanê me dide. Ev tişt tê wateya afirandina polîtîkayên dijminatiya jinan. Rê li ber îhlalkirina mafên zarokan vedike. Li gora deneyên hatine eşkere kirin rêjeya welidinê dibin 15 salî de ji sedan 25 zêde bûye, hêjmara dû caniyên dibin 19 salî de gihaye 2 milyonan û di 22 salan de hêjmara zarokên ku dibin 15 salî de welidin kiriye gihaye 21 hezar û 87’an.”

‘Di 19 salan de 731 hezar 16 zarokên keç bi daxwaza malbatê hatin zewicandin’

Beritan Guneş Altın da zanîn ku li gor daneyên TUÎK eşkere kir di navbera salên 2002-2021’an de hêjmara zarokên keç di navbera 16 17 salî de bi daxwaza malbatê hatin zewicandin 731 hezar 16, hêjmara zarokên kur 34 hezar û 795 ketine qeydan û wiha got: “Di navbera salên 2002-2021’an de ji aliyê dadgehê ji bo 129 hezar 547 zarok biryara dadgeh dikarin bi zewicin û ev dane di nava daneyên di civakê de hatiye tayisandin de cih digre. Ev hêjmar çi nîşanê me dike? Em dizanin ev zêdebûna di hêjmaran de encama polîtakayên desthilatê ya dijminatiya jinan e. Sêpanên desthilatê ku rê li ber destdirêjî û tacizê vedike nayê qebûlkirin.”

‘Hûn ji polîtîkayên dijimatiya zarokan şerm nakin’

Beritan Guneş Altın bal kişand ser daxuyaniya wezîrê perwerdê û wiha got: “Çend roj beriya niha Wezîrê Perwerdeya Mîllî daxuyaniyek da û got ku ji bo zarokên keç hewce bike dê 'dibistanên keçikan' vekin. Bi vî rengî çareser dikin. Hûn ji polîtîkayên ku dijminatiya jin û zarokan dike û her wiha siyaseta ku li ser zarokan tê kirin şerm nakin gelo.? Îktîdara AKP'ê gav bi gav îstîsmara zarokan meşrû kir. Di sala 2013’yan de di dema perwerdeya navîn de rê li ber zewicandina zarokan hat vekirin. Zarokên ku hatî zewicandin jî neçar man ku ji derve perwerdeya xwe ya lîsê berdewam bikin. Zarokên ku bi rêya zewicandinê tên îstîsmarkirin sûcê herî mezin e. Dewlet divê mafê zarokan biparêze û divê li gorî wê qanûnên xwe carek din ber çav derbas bike.

Wek Partiya Çepên Kesk û Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), em ê li dijî polîtîkayên dijminatiya jin û zarokan û destdirêjiya li zarokan a bi navê zewacê tê kirin, têbikoşin. Em ê bibin dengê zarokan.”

Beritan Guneş Altın ji bo pêşîlêgritina êrîşên zayendî li beramberî zarokan ev daxwaz rêz kir:

* Divê dev ji polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike bê berdan, Peymana Stenbolê carek din bê qebûlkirin.

* Divê dev ji dûrkirina jinan a ji qadên kar û cemaweriyê bê berdan. Ji bo aboriyeke serbixwe ya jinê divê şert û merc bên amadekirin.

* Qanûnên ku rê li ber destdirêjiya zarokan a bi rêya zewacê hatî amadekirin bê guhertin û ji bo parastina mafê zarokan jî qanûn bên amadekirin.

* Li dijî destdirêjiyê divê polîtîka bên afirandin û mekanîzmayên ku wan polîtîkayên heyî pratîze bike bên avakirin.

* Mekanîzmayên ku zarok demildest xwe bigihîne û gilî bike bên avakirin. Der barê mekanîzamayan de jî divê zarok bên agahdarkirin.

* Di bûyerên destdirêjiyê de divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin û pêvajoya cezagirtina tecawizkaran zûtirin bê şixûlandin.

* Ji bo zarokên ku bûne mexdûrên destdirêjiyê divê piştevaniya derûniyê bê kirin û tedbîrên tenduristiyê bên girtin.