‘Armanca me avakirina diyalogeke niştîmanî ya rasteqîn e’

Endama Desteya Rêveberiya Meclisa Suriya Demokratîk Canda Mihemed derbarê çareseriya siyasî ji bo aloziya Sûriyê nirxandin kir û got: "Dema ku em dixwazin ji kirîza Sûriyê re çarserî bibinin, divê hemû aliyên Sûriye li ser maseya diyalogê bicivin."

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Endama Desteya Rêveberiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed derbarê  geşedanên dawî ên li herêmê û Suriye bi giştî, mijulkirina raya giştî di cezakirina dewleta Tirk de û girîngiya amadebûna hemû aliyên Surî, li ser maseyê diyalogê ji bo çareserkirina kirîza Suriye nirxandin kir.

Canda Mihemed diyar kir ku ji ber destwerdanên derve ên di qeyrana Sûriyê nayê çareserkirin û wiha got: “Îro piştî 12 salên kirîza Sûriyê, em dibînin ku di demeke nêz de ti çareseriyek nîn e. Sedema herî giring ya kûrbûn û dirêjkirina kirîza Sûriyê destwerdana derve ya herêmî û navdewletî a di vê qeyranê de ye. Yek ji rêgez an jî hevdîtinên herî girîng di vê derbarê de pista Astana ye. Ev civîna ku bi sponseriya Tirkiye, Rûsya û Îranê di bin navê ‘komkirina ragerşiyê li Sûriyê’ ye, lê li ser erdê û di rastiyê de me dît cihên ku van dewletan li ser li hev kirina ragerşî, şer û alozî jî zêde bûye.”

Li dijî gelan hevdîtin tên kirin

Canda Mihemed bal kişand ser civîna dawî ya Astana, peymanên ku Rûsya û Tirkiye pabendî wan nabin û got: “Bi rastî civîna bîstemîn a Astana ya dawî ku ji bo Sûriyê hat lidarxistin, em di wê baweriyê de ne ku dê encamên xirabtir li ser rewşa Sûriyê bi xwe re bîne. Di navbera van welatan de her tim li ser hin mijaran lihevkirin hebû, lê ev welat pabendî  peymanan nabin. Berê di navbera Rûsya û Tirkan de li hev hatibû kirin ku rêya navdewletî ya M4 bê radestkirin, komên herî tundrew bên tesfiyekirin. Lê belê ne aliyên Rûsî û ne jî Tirk pabendî tiştên ku li ser li hev kiribûn nebûn. Ev lihevkirin di berjewendiyên van dewletan de ne û ne di berjewendiyên gelê Sûriyê de ye.”

Piştî hevdîtinan êriş zêde bûn

Canda Mihemed da zanîn ku di hevdîtinan de projeya Rêveberiya Xweser bi projeya cudaxwaziyê tometbaran kirin û nehat gotin ku Tirkiye dewleketek dagirker e û wiha pêde çû: “Ji ber ku me dît, yekser piştî hevdîtinê êrîş û bombebaran li ser Idlibê û herêmên din zêde bû mîna ku di navbera Rûsya û Tirkiye de rêkeftinek hatibe kirin. Ev lihevkirin dê çawa be û li ser çi li hev kirine, helbet rojên pêş me dê ev yek eşkere bibe. Lê xuyaye, li gorî daxuyaniya dawî ya piştî vê civînê, piraniya xalan ser projeya Rêveberiya Xweser bû ku bi projeyek cudaxwaziyê hat tometbarkirin. Her wiha ev welat her mijarek ku di encama rastiyek pêk hatiye red dikin û bi yekîtiya welat re ne. Wate, nehat gotin ku Tirkiye îro ji sedî 15’ ê erdnîgariya Sûriyeyê dagir kiriye, lê wan navên din ên ku ji rastiyê dûr in dan. Ji ber vê yekê dibe ku qonaxên dijwar derkevin pêşberî gelê Sûriyê bi giştî hemû herêm, helbet di encama lihevkirinên van welatan de. Di serî de gelê Bakûr û Rojhilatê welêt dibe ku projeya netewa demokratîk bibe hedef.”

‘Divê hemû aliyên Sûriyê ser maseya diyalogê bicivin’

Canda Mihemed destnîşan kir ku ew wekî MSD ji bo komkirina hemû aliyên Sûriyê ser maseya diyalogê ya Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina aloziya navxweyî bêyî destwerdanên derve xebat dikin û wiha dom kir: “Em wekî Meclisa Sûriya Demokratîk ji dema damezrandina wê ve di sala 2016’an de, yek ji mijarên stratejîk bû ku me li ser kar kir û heta niha jî mijara diyaloga Sûrî-Sûrî ye. Dema ku em dixwazin ji kirîza Sûriyê re çarserî bibinin, divê hemû aliyên Sûriye li ser maseya diyalogê bicivin. Di heman demê de bêyî destwerdanên herêmî û derve pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin. li ser vê bingehê me gelek çalakî kirin û gelek maseyên diyalogê hem li hundirê Sûriyê û hem jî li derveyî welat dan destpêkirin. Me bi gelek aliyên cuda yên opozisyona Sûriyê re, bi kesayetên niştîmanî û demokrat ên cuda re gelek danûstandin kirin.”

‘Dê konferansa hêz û kesayetên demokrat bê lidarxistin’

Canda Mihemed eşkere kir ku dê di meha Îlonê de konferansa hêz û kesayetên demokrat bê lidarxistin û got: “Niha projeyek me heye ku em konferansa hêz û kesayetên demokrat lidarbixin ku wê di meha Îlonê de bê lidarxistin. Me bi kesayetên niştîmanî, hêz û aliyên ku baweriya wan bi çareseriya siyasî heye û baweriya wê bi girîngiya derbaskirina welat ji rejîmeke otorîter ber bi rejîmek demokrat gelek civînên amadekariyê pêk anîn.”

Di krîza Sûriyê de rola Tirkiyeyê

Canda Mihemed da diyarkirin ku dewleta Tirk a rola herî neyîni ye û zirar da gelê Sûriyê û got: “Di kirîza Sûriyê de rola herî neyînî ya dewleta Tirkiyê hebû. Ger faktora destwerdan û dagirkeriya dewleta Tirk nebûya, îro me dê ji bo çareseriya siyasî gavên pêşkeftîtir biavêta. Di salên borî de her dema ku ji bo pêşvebirina projeya demokratîk pêşketinek çêdibû ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û tunekirina DAIŞ’ê, ji aliyê din ve her tim gavên bilez ji aliyê Tirkiye ve ji bo têkbirina vê projeyê hatine avêtin. Ji bo piştgiriya komên terorîst ên tundrew dest pê dike. Îro gelek herêm û bajar hatine dagirkirin Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz, Cerablus û deverên din hene û ev proje hîn jî didome. Dewleta tirk dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Lewma rola Tirkiyê li beramberî  gelê Sûriyê neyînî bû û hîn jî neyînî ye. Her roj, herêmên cuda dibin hedefa dewleta dagirker a tirk û de ye.”

Êrişên li ser jinan

Canda Mihemed destnîşan kir ku jinên pêşeng û têkoşer yên ku di avakirina sîstema demokratîk de rol lîstine ji aliyê dewleta tirk ve dibe hedef û wiha got: “Dibe ku ji bo êrîşeke nû ya li herêmê çira kesk neyê dayîn lê xuya ye ku lihevkirinek navneteweyî heye ku ronahiya kesk bide Tirkiyê ku hema bêje rojane êrîşan pêk tîne. Bi taybet jin tên armanckirin ji ber ku jin pêşeng in û di rêza yekemîn a avakirina Rêveberiya Xweser de ne. Her wiha di avakirina her desteyeke siyasî û her organek ku jin û civakê diparêze de pêşeng e. Rola wan di pêşxistina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hebû û niha jî heye û ji bo gihandina wê li tevahî Sûriyê xebat berdewam e. Ji ber vê yekê bi awayekî dewamker jinên têkoşer ji bo ji kar didin dûrxistin dibin hedef.”

‘Bi Desteya Hevrêziya Niştîmanî re belgeyeke lihevkirinê hat îmzekirin’

Canda Mihemed der barê belgeya lihevkirina a ku berî demekê di navbera MSD û Desteya Hevrêziya Niştîmanî de hatî îmzakirin de wiha got: “Em di Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê de her tim hewl didin diyalogek niştîmanî ya rasteqîne di navbera hêzên cuda yên niştîmaniya demokrat de hebe. Lewra em ji bo hemû aliyên re vekirî ne. Demeke dirêj bi Desteya Hevrêziya Niştîmanî re diyalogên me hebûn lê ji ber hin sedeman ev diyalog hatin rawestandin. Piştî wê demekê, îradeyeke hevbeş di her du aliyan de derket holê. Ew diyalog cidî, rast û bi bandor ji hesta welatparêziyê derketin. Di dawiya van diyalogan de me her du aliyan karîbûn bigihêje belgeyeke lihevkirinê. Ev belge girîng e, nemaze ji ber qonaxa nazik ku em tê re derbas dibin. Ji aliyekê ve rejîmek heye ku di çareseriya ewlekarî û leşkerî de îsrar dike. Ji ber vê yekê divê hêzên niştîmanî yên demokratîk bibin yek û rola xwe bileyizin da ku çareseriyeke siyasî ya aştiyane ji aloziya Sûriyê re bibînin. Li ser vê yekê me dikarîbû li ser pênc xalên girîng li hev bikin. Helbet ev xal destpêk in, diyalog di navbera me û Desteya Hevrêziya Niştîmanî hê jî didome. Di rojên pêş de dê belgeyên din jî hebin ku têkiliya xebata di navbera me de nîşan bidin.”

Rewşa Sûrî metirsîdar e: Demokrasî berpirsiyariya dîrokî ye

Canda Mihemed di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû aliyê siyasî ên Sûriyt ev peyam da û got: “Em ji bo hemû hêzên niştîmanî yên demokrasiyê ên li Sûriyê û derve re peymanek dişînin ku bi hev re ji bo yekkirina refên vê opozisyona demokratîk bixebitin. Bi rastî Sûriyê îro di qonaxeke pir metirsîdar û hesas re derbas dibe, dagirkerî li ser erdê heye. Projeyên herêmî û navdewletî hene ku Sûriyê tehdîd dikin. Ji ber vê yekê erkên xwe yên dîrokî bi cih bînin, weke hêzên niştîmanî ya demokratîk ev berpirsyartiya dîrokî ye.”