Li Efrînê di Îlonê de yek jê pitik û 6 jê jin 59 kes hatine revandin

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk di meha Îlonê de li Efrînê yek jê pitik û 6 jê jin 59 kes revandin.

Navenda Nûçeyan – Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Îlonê de 59 welatî revandin. Di nav wan de pitikek û 6 jin hebûn. Her wiha jinek bi navê Heyat Mihemed a ji gundê Gubeka yê navçeya Mabatayê hatiye kuştin. Cenazeyê wê darvekirî li çarxerêya gundê Gubeka hatiye dîtin. Lê sedem û detayên din ên bûyerê nehatine zanîn.

Li Kantona Efrînê ya dagirkirî bûyerên kuştin û xwekuştinê berdewam in. Li gor daneya dawîn a rêxistinê 136 bûyerên xwekuştinê belge kirine. Sedemên bûyeran rewşa jiyanî û ewlehiyê ya nebaş û tecawîzê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û kesên biyanî yên li herêmê hatine bi cihkirin.

Avahiyên metingehiyê

Der barê avakirina mêtingehan de, rêxistinê da zanîn ku du rêxistinên amerîkî; Helping Hand For Relief and Development-HHRD û Swasia Charity Foundation, mêtingehan li Efrînê ava dikin. Rêxistinê aşkera kir ku her du rêxistinan di avakirina mêtingeha li nêzî gundê Kefer Romê yê navçeya Şera û mêtingeha Yed El Ewn li Efrînê de rol lîstiye.

Rêxistinê diyar kir ku Desteya Xêrxwazî û Geşepêdanê ya Cîhanê (Insur) 100 yekîneyên nîştecihbûnê li mezraya gundê Kobalê yê navçeya Şêrawayê amade kirine. Bi hatin mewsima berhevkirina zeytûnê re, li Kantona Efrînê, şantaj û baç ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî xelkê resen bi tevahî rêbazan berdewam e. Dagirkeran li her dareke zeytûnê dolarek baç biriye tevî wê sêyeka berhemê desteser dikin. Ger nedin jî, şiqinên daran dişikînin û berhemê didizin.

Qirkirina xwezayê

Rêxistinê aşkera kir ku di Îlonê de, çeteyan 100 darên zeytûnê, darên daristanî li navçeyên Mabeta, Cindirêsê, Reco û Bilbilê birîne ku êzingên wan bifroşin. Her wiha bi dehan hiktar daristan şewitandine da ku birîna daran û sûcên xwe veşêrin.