Li Efganistanê rojnamegerên jin bi gefên dûrxistinê re rûbirû ne
Ji ber sînordarkirin û zextên Talîbanê hejmara jinan di qada medyayê de her diçe kêmtir dibe. Ji ber gefên Talîbanê wekî gelek qadan, di xebatên medyayê de jî jin di xeterê de ne û pêşeroja wan di bin metirsiyê de ye.
BAHARAN LEHÎB
Belex – Rewşa jinan di bin desthilatdariya Talîbanê de roj bi roj xirabtir dibe. Jinên ku dikaribûne di ofîs an saziyên fermî de bixebitin jî bi şert û mercên pir dijwar re rûbirû dimînin. Di heman demê de, jinên ku di pîşeyên xeternak ên wekî rojnamegeriyê de dixebitin, bi gelek zextan re rûbirû dimînin.
Di sala 2022’yan de ku roja hemwext a roja Neteweyî ya Rojnamegeran bû, Çavdêriya Rojnamegerên Serbixwe ya Efganistanê ragihand ku ji sedî 70 ji rojnamegeran di nava xizaniyê de dijîn. Her wiha rojnamegerên jin jî barê herî giran radikin. Rêxistinê diyar kir ku li 15 parêzgehên welat, tu jin weke rojnameger kar nakin.
‘Ji sedî 78 jin bi cudakariya zayendî re rûbirû ne’
Li aliyê din, Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, di sala 2025’an de ragihand ku bi hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê re, ji sedî şêst rojnamegerên jin karên xwe winda kirine û ji sedî 78 jî bi cudakariya zayendî re rûbirû ne.
‘Ji du hezar rojnamegerên jin 190 rojnameger dixebitin’
Navenda Azadiya Derbirînê di 9’ê Adara 2026’an de li ser rewşa rojnamegerên jin raporek weşand û diyar kir ku ji sedî 86 rojnamegerên jin nikarin karê xwe bikin. Li gorî encamên rêxistinê tenê 190 rojnamegerên jin li seranserê Efganistanê bi berdewamî dixebitin. Di demeke ku beriya desthilatdariya Talîbanê, zêdetirî du hezar rojnamegerên jin di medyayê de çalak bûn.
‘Ji ber ku jin bûm nedihiştin ez derbas bibim’
Li ser bingeha raporên heyî yên li ser rewşa rojnamegeran, perspektîf û rêziknameyên Talîbanê, em bi Nafîsa Saba ya ku rojnamegereke jin e di medyayê de dixebite, re axivîn.
Nafîsa Saba diyar kir ku wê gelek caran xwestiye çalakiyên Talîbanê bişopîne lê destûr nedane û wiha dest bi axaftinên xwe kir: "Min gelek caran serdana wan kir da ku çalakiyên hikûmeta Talîbanê bişopînim. Lê li nêzî derî ji min re hat gotin ku hikûmet destûrê nade ez derbasî hundir bibim. Tenê ji ber ku ez jin im. Gelek endamên Talîbanê jî red dikin bi rojnamegerên jin re biaxivin an jî hevpeyvînan bidin wan. Min çend caran bi hevkarekî xwe yê mêr re jî serdana wê derê kir lê dîsa jî wan red kir ku hevpeyvînê bikin. Hebûna min wekî sedem nîşan dan. Vê rewşê bandorê li ser tevgerên mirovan jî kiriye; dema diçim bajêr, ez bi pirs û nirînên giran ên mirovan re rûbirû dimînim.”
‘Hewl didin bi gefan pêşî li rojnamegeran bigrin’
Nafîsa Saba behsa rewşa ewlehiyê ya rojnamegeran kir û wiha pê de çû: “Roja ku ez çûm xwepêşandanên jinan bişopînim, Talîbanê fêm kir ez raporek amade dikim. Li ber çavên min çend rojnameger girtin û birin. Mala min jî bi mehan di bin çavdêriyê de bû heta ku ez neçar mam mala xwe biguherînim. Min ji gelek rojnamegeran bihîstiye ku heke di hevpeyvînek de pirsek were pirsîn ku Talîban wekî êrîşkariyek li hemberî kesayetiya wan dibîne. Ew yekser gefê li rojnameger dixwin an jî di bin zextek giran de wî/ê neçar dikin dev ji karê xwe berde.”
‘Rojnamegerên jin rastî zextên pir mezin tên’
Nafîsa Saba bal kişand ser sînordarkirin û zêdebûna gefên li dijî rojnamegerên jin û wiha anî ziman: “Şert û mercên ku Talîbanê ji bo rojnamegeran, nemaze rojnamegerên jin, afirandine, bûye sedem ku hejmareke zêde ji wan dest ji karê xwe berdin an jî mûçeyên ji mêran kêmtir bigrin. Dema dezgeheke medyayê dixwaze xebatkarek bigre, tercîh dike ku li şûna jinan mêran bigre. Di rewşên wiha de, otosansur, cudakariya zayendî û tepeserkirin bi awayekî nerasterast tên xurtkirin.”
‘Ji bo hikumeta Talîbanê dûrxistina jinan ji medyayê pir hêsan e’
Nafîsa Saba der barê pêşeroja rojnamegerên jin de hişyarî da û wiha bilêv kir: "Ger ev tepeserkirina sîstematîk berdewam bike, dibe ku ku rojek were mafê tu jinê menine di medyayê de bixebite. Mîna ku karê jinan li gelek ofîsên hikûmetê, rêxistinên ne fermî û heta yên NY’ê li Efganistanê qedexe bû. Ji bo wan dê pir hêsan be ku riya xebatên medyayê bi tevahî li pêşiya jinan bigrin. Daxwaza min ew e ku ev sîstem berî ku bigihîje rewşek wisa winda bibe.”
‘Xetera bêdengkirina dengê rojnamegerên jin heye’
Bi giştî, tiştên ku ji vegotin û îstatîstîkan derdikevin holê, nîşan didin ku meyleke ji bo dûrxistina gav bi gav a jinan ji medyayê li Efganistanê heye. Meyleke ku ne tenê gihîştina civakê bi vegotinên cihêreng û serbixwe sînordar dike, di heman demê de gefeke cidî li ser pêşeroja hebûna jinan di medyayê de jî diafirîne. Her ku ev rewş berdewam dike, xetera bêdengkirina dengê rojnamegerên jin ji her demê bêhtir tê hîskirin.