Li dijî darvekirinê gel tevahiya şevê çalakî lidar xistin

Gel li dijî biryara infaz û darvekirinê li Îranê betek nîşan dan û şev li qadan derbas kirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel şeve din daketin qadan û biryara darvekirinê protesto kir.

Li  Mahabad, Sine, Kirmaşah, İlam, Abadan, Tahran, Esfahan û gelek bajarên din gel daketin qadan, avahiyên Basic û baregehên Muhafizên Devrîm dan ber agir, gelê ku li rêyan barşkar avakirin dirûşmeyên ‘Ji komara infazê re mirin’, ‘Ji bo Îranê me canê xwe feda kiriye’, ‘Ji hikumeta qatil re mirin’ berz kirin.

Pêyama berdewamkirina çalakiyê

Di çalakiyan de peyam ku heta hikumeta Îranê ne hilweşînin wê çalakî berdewam bike dan. Gel çalakvanên siyasî, ji bo sekinandina infazan bang kirin û daxuyaniyên cûda weşandin û xwestin ku gel dakevin qadan.

Di 19’ê Gulanê de daraza Îranê bi idaya ‘mala esfehan’ sê xwepêşander darvekir. Li dijî vê yeke li bajarên Esfehan, Tahran, Karaj, Meşhed û Zahidan gel darvekirin şermezar kirin û çalakî lidar xistin.