Li Colemêrgê zarokek bi çeka cerdevan jiyana xwe ji dest da

Li Colemêrgê li gorî îdiayan zarokê ku di kulubeya nobetê ya cerdevanan de lîstiye di enama teqîna çekê de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Rezan a Jêrîn a Colemêrgê hat îdiakirin ku zarokê bi navê Suheyp Salîm(13) dema di kulubeya nobetê ya cerdevanan de lîstiye, çek teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye. Zarokê bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Midûriyeta Cendermeyan a Colemêrgê der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.