Li Îranê di salek de 31 jin hatin darvekirin
Li gorî daneyên IHR’ê, li Îranê di navbera salên 2010-2024’an de 241, tenê di sala 2024’a de 31 jin hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan – IHR ya navenda wê li Norvecê ye, diyar kir ku di navbera salên 2010-2024’an de 114 sûcên cînayetê û 107 sûcên madeyên hişbir di nav de bi giştî 241 jin hatin darvekirin. IHR’ê bi gotinên; “Piraniya jinên ku ji sûcê cînayetê hatin darvekirin, mexdûrên tundiya di nava malê û êrişên zayendî bûn û ji neçarî kiribûn” bal kişand ser kesên hatine darvekirin.
Xwe parastin
IHR’ê doza Zehra Îsmaîlî ya ku piştî rastî êrişa zayendî hat û ducanî ma, neçar bû bi cîranê xwe yê li Wezareta Îstixbaratê memûr re bizewice bi bîr xist û da zanîn ku Zehra Îsmaîlî di sala 2007’an de bi kuştina mêrê pê re zewicî û tundî li wê û zarokên wê dikir hatiye sûcdarkirin. Mala xezûrê wê îsrar dikin ku ‘cezayek wiha li wê jî bê birîn’, xesuya wî di sala 2021’ê de di nava yên ku înfaz pêk anîn de cih girt. Lê belê parêzerê wê diyar kir ku Zehra Îsmaîlî, komek mêrên ku beriya wê hatine darvekirin dîtiye, krîza dil derbaz kiriye û hat gotin ku dîsa jî bedena wê ya bêruh bi darve kirine.
Di bûyerek din de, Reyhaneh Cabarî ya 26 salî bi kuştina erkdarekî îstîxbaratê ku hewl dabû êrişa zayendî lê bike hatibû mehûmkirin, di Cotmeha 2014’an de hatibû darvekirin. Jina ciwan diyar kiribû ku ji bo îtîraf bike gelek îşkence lê hatiye kirin û her çend gotibû ‘min xwe parast’ jî malbata erkdarê îstixbaratê di darvekirinê de îsrar kiribû. Doza wê, bûbû mijara belegesela bi navê Li Tahranê Heft Zivistan (Sieben Winter in Teheran) ku di sala 2023’an de di Mêhrîcana Filmên Berlînê de hat nîşandan.
Li gorî daneyên IHR’ê li Îranê di sala 2024’an de 31 jin hatin darvekirin
Aktivîstên mafên mirovan ên li Îranê ji ber zêdebûna înfazan bi fikar in, piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di salên 2022-2023’an de darvekirina kesan ku ji bo di nava gel de tirsê bide avakirin rastî bertekan hatibû.