Li bakurê Xezayê xizmeta tendirûstiyê nema

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê anî ziman ku Îsraîl li Xezayê gihiştina alîkariyan asteng dike û got ku li bakur hema hema qet xizmeta tendirûstiyê nemaye.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve bê navber êrişên xwe yê li ser Xezayê didomîne. Di êrişên ku jin û zarok tên hedefgirtin de bi hezaran kes neçar dimînin ku her roj cih biguherin. Herî dawiyê hat ragihandin ku 400 hezar Filistinî li bakurê Xezayê asê mane. 

Dîrektorê Giştî ya Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê (World Health Organization-WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku du misyonên ku diçû bakurê Xezayê car din ahtiye astengkirin û xwe gihandina wan ahtiye redkirin.

‘Xizmeta tendirûstiyê nema’

Di parvekirinê de hişyarî li Îsraîlê hat kirin ku daxwazên bi darê zorê ji cihê xwe kirinê bê rawestandin û nexweşxane bên parastin. Bi berdewamî wiha hat gotin: “Li bakurê Xezayê hema hema qet xizmetê tendirûstiyê nemaye. Cihê ku mirov biçinê nemaye.” Dîrektor ji bo Îsraîlê banga xwe ya hêsankirina erkên xwe yê alîkariyê nû kir û got: “Jiyana mirovan girêdayî vê ye. Ji bo agirbestê xebat bimeşînin. Pêdiviya hemu mirovên ku di vê pevçûnê de asê mane bi aştiyê heye.”