Werîşe Muradî li dijî cezayê darvekirinê ket greva birçîbûnê

Werîşe Muradî li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ragihand ku ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê, di 10’ê Cotmehê Roja Li Dijî Cezayê Îdamê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.  

Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.

Li vir 2 hefte di bin îşkenceyê de ma û piştre sewqî 209’an a Girtîgeha Êvîn a Tehranê kirin. Werîşe Muradî ku zêdeyî salekê ye girtî ye, ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê, di 10’ê Cotmehê Roja Li Dijî Cezayê Îdamê de li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dest bi greva birçîbûnê kir.