‘Ji bilî tekoşînek rêxistinî tu çareserî nîn e’

Parêzer Burcu Korkmaz Beştaş diyar kir ku ji ber polîtîkayên tirs, zext û bêcezabûnê jin gilî nakin û got: “Ji derveyî têkoşîneke rêxistinî tu çareseriya jinan nîn e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li gorî daneyên mehane yên JINNEWS’ê di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarok bi awayekî bi guman jiyana xe ji dest dan. Kiryarên jinan dîsa yên herî nêzî wan mêr in. 7 jinên ku hatin qetilkirin ji aliyê mêrên bi wan re zevicî, 4 jin ji aliyê mêrên hevberdayî, 5 jin ji aliyê mêrên ku di pêvajoya hevberdanê de bûn, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê cîranê xwe e, 3 jin nehat zanîn ku ji aliyê kê ve, 4 jin ji aliyê mêrên ku bi hev re bûn, jinek nayê zanîn ku têkiliyên wê bi kiryar re di çi astî de bûn, jinek ji aliyê mêrê hevberdayî ve, jinek ji aliyê zarokê xwe ve û 1 jî ji aliyê mêrê ku xizmê wê bû ve hatin qetilkirin.

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Burcu Korkmaz Beştaş zêdebûna tundî û qetlîamên li ser jinan ji ajansa me re nirxand.

Burcu Korkmaz Beştaş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her çendî gef û zextên li ser jinan zêde bûne jî serlêdanên hiqûqî kêm in û got ku ji ber polîtîkayên bêcezabûnê û gefên li dijî malbatan tundiya di nava malê de jin ji darazê bawer nakin. Burcu Korkmaz Beştaş destnîşan kir ku ruxmê dane li holê ne jî serlêdanên ku ji baroya wan re tên kirin gelek kêm in. Burcu Korkmaz Beştaş got ku di 9 mehan de ji ber sûcên cuda yên şîdet û qetlîamên li ser jinan 20 serlêdan hatine kirin. Burcu Korkmaz Beştaş, diyar kir ku wan serlêdanên xwe li ser şopandina fikrî esas girtine û dosyayan bi dildarî şopandine û her wiha diyar kir ku di qonaxa pêvajoyê de hinek malbatan dev ji giliyên xwe berdane.

‘Ji ber bêcezabûnê malbat dev ji giliyên xwe berdidin’

Burcu Korkmaz Beştaş, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di serlêdanên ku tê kirin de em dibînin ku li ser medyaya dîjîtal jî gef û şantajên li dijî jinan tên kirin di asta xeternak de ne. Dema em agahiyên qetilkirina jinan dibihîsin bi malbatan re dikevin nava têkiliyan û hewl didin di çarçoveya dosyayê de bişopînin. Em dibînin ku ji ber polîtîkayên bêcezabûnê malbat êdî gilî nakin. Malbat êdî di wan demên dawî de serî li baro û navenda jinan nadin. Sedema wê ya herî mezin lawaziya darizandina kiryar, zimanê desthilatdariyê yê nêr, tundiya di nava malê de û normaldîtina tundiya li ser jinan e.”

‘Zagonên ku nayên pêkanîn jinan ji pêvajoya hiqûqê dûr dixin’

Burcu Korkmaz Beştaş diyar kir ku zagon carna qet nayên pêkanîn carna jî pir sist tên pêkanîn û destnîşan kir ku ev qanûnên beriya qetlîamê nehatine bicihanîn, bawerî bi wan nayê. Burcu Korkmaz Beştaş wiha gotinên xwe domand: “Di van demên dawî de em dibînin ku serlêdanên tên kirin bi taybetî jinên tundiyê dibînin û jinên ku hatine qetilkirin di pêvajoya hevberdanê de ne. Dîsa jinên ku bi mirinê gef li wan tê xwarin serlêdana me dikin. Jinên ku hatine qetilkirin bêguman paşerojek wan a tundiyê heye. Em dibînin ku beriya jin werin qetilkirin serî li qereqol an jî dadgehê dane. Li vir jin bi taybetî daxwaze dûrxistin û girtinê dikin. Lê mixabin ev biryar pêk nayê û tedbîrên ku di çarçoveya zagona hejmar 6284’an de werin girtin nayên pêkanîn û sist tê destgirtin. Dîsa nepêkanîna qanûnan dibe sedem ku qetilkirina jinan zêde bibe û sûcdar cesaretê bigrin. Di vê demê de ne malbat û ne jî jin ji ber ku baweriya wan bi darazê nayê, di destpêkirina pêvajoya hiqûqî de dudilî dibin.

'Tundî ji dezgehên dewletê dest pê dike û li nava civakê belav dibe'

Burcu Korkmaz Beştaş, anî ziman ku tundî ji aliyê rayedarên herî bilind ve tê xwestin were normalkirin û ev rewş di civakê de jî xwe nîşan dide û got: "Beriya her tiştî divê kêmbûna baweriya jin û malbatan a ji bo darazê bê dîtin. Parêzerên jin û komeleyên jinan bi salan e ji bo ku tundî normal neyê dîtin dixebitin. Lê me dît ku tundiya di civakê de heye îro li meclisê jî tê jiyîn. Ji ber vê sedemê ev nîşandana tundiyê ji aliyê kesên ku tundiyê normal dikin ve û di nava civakê de tê pejirandin. Berî her tiştî, pêdivî heye ku mirov van pirsgirêkan bibîne. Divê saziyên dewletê vê yekê asayî nekin.

'Mekanîzmayên ku jinan diparêzin tên tunekirin'

Burcu Korkmaz Beştaş, anî ziman ku polîtîkayên mêr ên malbatê pîroz dikin û pêşî li wan digrin, jinan neçar dikin li malên ku lê rastî tundiyê tên bimînin, ji bo vê rewşê mînakên weke rewşa niha ya stargehan û nîqaşa mafê nefeqeyê. Burcu Korkmaz Beştaş, destnîşan kir ku pêkanînên mafên jinan diparêzin û jinan diparêzin tên nîqaşkirin, hewl tê dayîn bên guhertin û hemû mekanîzmayên ku jinên rastî tundiyê tên diparêzin bên tunekirin û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku hikûmet bi zimanê mêr û bi armanca muhafezekirina saziya malbatê gelek polîtîkayên siyasî dimeşîne. Em dikarin di vir de mînaka nefeqe  û stragehan jî bidin. Gotinên siyasî jî yek ji wan mînakan e. Em dibînin ku di astek de bandora stargehan heye. Lê  kapasîteyên stargehan kêm bûne û daxwazên başkirinê hatine redkirin û nehatine bicihanîn. Peywira herî erênî ya dewletê ya li ser jinan stargeh e. Lê ji ber ku dewlet saziya malbatê mezin dibîne, dikare jinên rastî tundiyê tên bike qurbana wê pêkhateyê. Ji ber vê yekê jî stargeh êdî bi zanebûn ji bo jinan weke qadeke ewle nayên afirandin. Ev hemû faktorên sereke ne ku qetilkirin û tundiya li dijî jin û zarokan zêde dibe.”

‘Tenê riya çareseriyê têkoşîn e’

Burcu Korkmaz Beştaş careke din destnîşan kir ku yekane riya çareseriyê ji vê dorpêça tundî û polîtîkayên mêtingeriyê û rêxistinbûn e û got: “Ji bilî rêxistinbûn û têkoşînê tu çareya jinan nîn e. Di esasê xwe de pêwîstiya me heye ku em bigihîjin hev û têkoşîna xwe bigihîjînin her jina mexdûra tundiyê. Di vê serdemê de me dixwest ji bilî mafê jiyanê, mafên xwe yên cuda berfirehtir bikin û têbikoşin lê mixabin ji ber van siyasetan heta niha em hê jî di asta warê parastina mafê jiyanê de ne. Ji ber vê yekê têkoşîna rêxistinbûyî ya herî bingehîn e.”