Kongra Star: Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef, dayika Eqîde têkoşîna xwe bidomînin

Kongra Star ji bo sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef û endama Komîteya Lihevanînê Yadê Eqîde ku ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em ê bi ruhê Xelef, dayika Eqîde têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda nûçeyan- Di daxuyaniyê de qetilkirina Hevrîn Xelef wek "Hewldaneke bêbext a ji bo qutkirina dengê jinên azad û ji bo tunekirina nasname û têkoşîna jinan" hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna Hevrîn Xelef hate kirin û wiha hate gotin: "Hevrîn Xelef bû sembola berxwedan û têkoşînê. Hevrîn ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng bê navber tê koşiya. Li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî ya ku nasnameya jina azad li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc, li ber xwe da."

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan wek "nîşaneya tirsa wan ji hêza jinên pêşengên şoreşê û wekî nîşaneya têkçûna dagirkeran li hemberî berxwedana pêşengên şoreşger" hat binavkirin.

‘Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" dê bibe ronahiyek ku rêya me ronî dike’

Kongra Star soz da ku "dê bi biryardarî li hember dagirkerên ku roj bi roj sûcên xwe li dijî jin, zarok û sivîlan zêdetir dikin, têkoşînê bidomîne." Her wiha bang li civaka navneteweyî jî kir ku berpirsên xwe yên dîrokî pêk bînin û hesab ji qatilên jinan bipirsin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê hat şermezarkirin, wekîtevkariya dagirkeran jî hat nirxandin û bang li welatên garantor ên li herêmê jî hat kirin ku erkên xwe yên parastina mafên mirovan û ewlehî û aştiya li Sûriyeyê bi cih bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em destnîşan dikin ku em ê bi ruhê şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde û hemû jinên di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine, têkoşîna xwe bidomînin.  Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" dê bibe ronahiyek ku rêya me ronî dike. Em ê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk têkoşînê bilind bikin. Em ê serî netewînin, em gav şûnde neavêjin. Em ê heya serkeftinê û dilsozê giyanê şehîdan bin û ala azadiyê li ba bikin."