Jinên Mexribê mafên xwe nîqaş dikin

Jinên Mexribê li hev civiyan û nîqaşkirin ka Deklarasyona Pekînê çiqasî baş hatiye bicihanîn, wan her wiha raporek amade kir ku astengiyên ji ber pêşveçûnan jinan sînordar dikin çareser bikin.

HENAN HARÎT

Mexrib – Jinên Mexribê hatin cem hev û li ser têkoşîn, destkeftî û wekheviya zayendî nirxandin kirin. Zêdetirî 60 jin û komeleyên sivîl ên Mexrîbê piştî 30 salan ji bo nirxandina pêşkeftina ku di cîbicîkirina Deklarasyona Pekînê û Platforma Çalakiyê, beşdarî amadekirina rapora herêmî bûn.

Têkildarî mijarê Rêvebira Projeyên Komeleya Maf û Edaletê Emal El-Emîn ji ajansa me re axivî.

Emel El-Emîn bal kişand ser girîngiya raporên bi vî rengî û diyar kir ku ew riyek ji bo zextê li hikûmetan bikin da ku rewşa mafên mirovan li welat baştir bikin. Emal El-Emîn diyar kir ku Mexrib di nava pergala mafên mirovan de cih digre û bi raporên ku ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî ve tên weşandin re têkildar e û got, pêwîst e li gorî peymanên di çarçoveya van raporan de hatine îmzekirin tevbigere.

'Riya wekheviyê dirêj e'

Emal El-Emîn got: “Tevî têkoşîna jinên Mexribê û destkeftiyên ku bi dest xistine jî di navbera jin û mêr de cudahiyên mezin hene. Ji ber vê sedemê ez difikirim ku di warê wekhevî û nelihevkirina jinan de riyek e dûr û dirêj heye." Her wiha ji her kesî xwest ku ji bo başkirina rewşa jinên Mexribê, bi taybetî bi berpirsiyaran re thevkariyê bikin da ku çareseriyan bibînin.

'Mafê perwerdeyê ji zarokên keç tê girtin'

Têkildarî rapora ku amade kirine, Emel El-Emîn destnîşan kir ku wan 5 mijarên têkildarî jinan lêkolîn kirine ku yek ji wan jî perwerde ye û destnîşan kir ku tevî hemû hewldanan jî pirsgirêka destberdana ji dibistanê ya zarokên keç her diçe zêde dibe. Emel Emîn got: "Gelek zarokên keç ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in ku ev yek di warê civakî de zextê li wan dike."

Emel El-Emîn diyar kir ku perwerde yekane rêya dikare zarokên keç ji xizaniyê rizgar bike û rewşa wan a civakî baştir bike û wiha got: "Ger bernameyên ku zarokên keç bikaribin bixwînin û zewaca di temenê biçûk de ji holê rakin neyên pêkanîn, rewşa jinan bi taybetî li gundan wê baş xerabtir bibe.”

Bang li jinan kir

Emel El-Emîn destnîşan kir ku cudahiya zayendî li gelek deveran bi taybetî li gundan berdewam dike û ji bo vê rewşê pêwîstî bi destwerdanên bi bandor heye û got ku tevî zagonan jî dikarin armancên xwe pêk bînin. Emel El-Emîn her wiha diyar kir ku divê qadên îstîhdamê bi teşwîqkirina perwerde û hîndekariya pîşeyî ji jinan re bên vekirin û got: " Ez bang dikim ku polîtîkayên ku bi taybetî li gundan cudahiya zayendî kêm bike û jin hemû mafên xwe bi dest bixin bên meşandin. Ji ber ku pêşketina civakê bi başkirina rewşa jinê ve girêdayî ye.”