Li Şîliyê şewat: 8 jê zarok 14 koçber jiyana xwe ji dest dan

Ji ber şewata li bajarokekî li başûrê Şîliyê 8 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Rayedarên xwecihî yên Şîliyê ragihandin ku di encama şewata li başûrê welat derketiye, 14 koçberên Venezuelayî ku di nav wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên medyayê hat ragihandin ku Javier Valencia yê şaredarê Coronelê, diyar kir ku kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, sê malbat in û ji heşt ji wan zarok in.

Her wiha bal kişand ku malbatên Venezuelayî di nav xizaniyê de dijîn li wê taxa bajêr û amaje kir ku hê jî ne diyar e ji ber çi şewat derketiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, şewat ji ber agirê ku xwestine xwe pê germ bikin derketiye.