Li Şehbayê ciwan ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li Şehbayê meşek dirêj li dar xistin.

Şehba – Tevgera Ciwanên Şoreşgerî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrîn-Şehba, di çarçoveya kampanyaya bi diruşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîda girankirî, li kantona Şehbayê meşek dirêj li dar xistin.

Meş ji navçeya Fafînê heta navçeya Ehrezê bi beşdarbûna jinên ciwan û ciwanên bajarê Helebê û Efrîn û Şehbayê ve domkir. Di meşê de ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Kes nikare roja me tarî bike","Jin, Jiyan, Azadî" û "Dîwarên Îmraliyê hilweşînin û cenga azadiyê serbixin" hatin hildan.

Meş, bi diruşmeyan heta navçeya Ehrezê berdewamkir. Meş bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrîn-Şehba Emîna Hec Ebdo axivî.

'Em di çalakî û berxwedana xwe de bi îsrar in'

 Emîna Hec Ebdo, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên xwe yên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Di destpêka dîlgirtina Rêber Apo de bi dehan ciwanan canê xwe dan ber agirê azadiyê, em ê jî ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xelekek ji agir çêbikin û canê xwe fedayî Rêber Apo bikin. Rêber Apo li hember pergala hegomanîk û dagirkeriyê şoreşek avakir, lewra di zîndana Îmraliyê de hatiye dîl girtin. Dewleta Tirk li ser Rêber Apo tecrîdek di nava tecrîdekî de dide meşandin û zêdetirî 30 mehin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Bi taybetî piştî bûyera erdehaj a li Bursayê çêbû, gumanên ji bo tendirustiya Rêber Apo zêdetir dibe. Heta ku agahiyek ji Rêber Apo dibîstînin û azadiya wî ya azadî misoger bikin, emê di çalakî û berxwedana xwe de bi îsrar bin."

Meş bi diruşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" dawî bû.