Li Îraqê 2 jê zarok çar endamên malbatek jiyana xwe ji dest dan
Îro danê siharê, li bajarê Ziqar ji ber barana zêde çar endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Ragihandina Îraqê belav kir ku ji ber barîna zêde ya dû rojan li bajarên Îraqê dom kir, ji ber nebûna cihê çûyîna avê, xaniyek ax li gundê Bakûrê bajarê Ziqar hilweşiya û diyar kirin ku ji ber hilweşandina malê dû jê zarok çar endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.
Li gora zanyariyên xelkên gund, dû zarokên din yên wê malbatê hatine rizgarkirin.
Di nava vê heftiyê de li bajarên Îraqê baranek zêde barî, ji aliyê rêveberên avhewayê û şarazayên rewşa hewayê ve pêşbînî dikin ku dê li gelek herêman lêhî rabe.