Kongra Star li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê semîneran da

Jinên koçber ên herêma Efrîn - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku tundiya li ser jinan, di heman demê de li ser civak û cîhanê ye û divê bi hemû aliyan were dîtin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Rêxistina Kongra Star a yek ji destkeftiyek herî mezin a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi nêzbûna 25’ê Mijdarê re li her derê, qad û xebatan semînerên derbarê têkoşîna li dijî tundiya ser jinê dide jin û mêran. Semînerên li seranserê navçe û gundewarên kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Kongreya star ve hat dayîn sê rojan domiyan û duh bi dawî bûn. Endama Koordînasyona Kongra Star û jinên ku beşdarî semîneran bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Guhertin di zîhniyeta mêr de çêbûye

Endama koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê Hemîda Mihemed ku semînerê bi rêve dibir wiha got: "Li seranserê kantona Şehba û navçeya Şêrewaya Efrînê, rojane semîner tên dayîn bi armanca danasîna tundiyê û bilindkirina tekoşîna li dijî wê. Tê de nîqaş tên kirin û li kêleka nîqaşan çareserî tê dîtin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser li Efrînê û heya roja îro di nav civakê de gelek guhertin û veguhertinên baş pêk hatine. Di heman demê de guhertin di zîhniyeta jinan de jî çêbûye. Heya astekê mêr jî tundiya li ser jinan qebûl nakin. Em bi riya nîqaşan rastiya jinan derdixin holê û girîngiya hebûna wan di jiyanê de nîşan didin. Çalakiyên îsal ji salên borî cudatir bûn. Nîqaş bêhtir ji aliyê mêran ve li ser tundiyê hatin kirin. Hejmarek baş ji gel tevli semîneran bû û jin êdî vê şîdetê li ser xwe qebûl nakin, serî hildidin li dijî tundiyê."

Bi avakirina rêxistinên jinan rêjeya tundiyê kêm bûye

Xedîce Miho diyar kir ku ji dîrokê ve heta roja îro, jin her roj di tundiyê re derbas dibin û got: "Di dirêjahiya dîrokê de her dem jin di bin îşkence û tundiyê de bûne. Piştî derketina fikir û felsefeya Rêber Apo êdî ev tundî li ser jinan nayê qebûlkirin û ji aliyê jinan ve tê redkirin. Bi avakirina rêxistinên jinan, jinên ku rastî tundiyê tên berê xwe didin Kongra Star û Mala Jin da ku mafên wan biparêzin û rêjeya tundiyê bi saya van xebatan kêmtir bûye. Ev jî bi saya fikrên Rêber Apo ye ku azadiya jinan a rast pêşkêş dike. Jin her dem daxwaza aştî û azadiyê dikin. Li seranserê cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin radibin ser piyan, derdikevin qadan û ji tundiyê re dibêjin na. Jin êdî li hemberî şîdet û bindestiyê serî hildidin, dibin bersiv ji zîhniyeta desthiladaran re."

Rojane jin tên hedefgirtin

Nazliyê Xelîl li ser semîner û civînan ku têkildarî tundiya li ser jinan tên dayîn wiha got: "Em ji van semînerên ku tên dayîn gelek sûdê digrin. Me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye lewre em tundiyê êdî li ser xwe qebûl nakin û serî li ber desthiladaran natewînin. Îro jin civakê bi rê ve dibin û xwedî li gelê xwe derdikevin. Em tundiya ku li dijî jinan tê kirin şermezar dikin. Desthilatdarî her dem ji hêz û îradeya jinan ditirsin. Ji ber vê yekê rojane jin tên hedefgirtin û tundî li wan tê kirin."

Di bin navê şermê de jin dihat fetisandin

Zelox Henan tundiya li ser jin tê meşandin, şermezar kir û wiha pê da çû: "Em tundiya ku li ser jinan li seranserê cîhanê heye şermezar dikin. Di bin navê şermê de jin hatine fetisandin,  di nava malê de dîl hatine girtin. Bi qetilkirin û hedefgirtina jinan dixwazin fikir û nasnameya me tune bikin. Li seranserê cîhanê jin tên hedefgirtin. Em vê yekê red dikin û tu carî serî ji hêzên desthiladar re natewînin."