Emîne Şenyaşar: Em, hêza xwe ji baweriya xwe digirin
Malbata Şenyaşar di roja 620’emîn a nobeta edaletê, wiha got: “Em, hêza xwe ji baweriya xwe digirin.”

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 620’emîn de berdewam dike.
Malbata Şenyaşar danê sibehê ji mala xwe ya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û tevî baranê jî dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê, ser hesaba xwe ya medyayê dîmenên Emîne Şenyaşar a di bin baranê de parvekir û hesabê serokomarê dewleta Tirk Erdogan jî etîket kirin û wiha got: “Kesên ku li pêş çavên bi sedan şahidan li kargehê êriş pêk anîn û li nexweşxaneyê komkujî kirin, hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin û ji bo komkujiyê dibêjin; ‘heke hatibe kirin, hatiye kirin.’ Em, hêza xwe ji baweriya xwe digirin.”