‘Li dijî tundiya mêr-dewlet yekane rê rêxistinbûn e'
Jinên beşdarî Komcivîna Stargehan bûn, diyar kirin ku li gel hevbûn wan hêztir dike û destnîşan kirin ku li dijî zêdebûna tundî û qirkirina zayendî yekane rê rêxistinbûyin û hevgirtin e.

MEDÎNE MAMEDOĞLU
Amed – 25’emîn Komcivîna Stargehên Jinan û Navendên Şêwirmendiyê, îsal li Amedê hat li dar xistin. Di komcivîna ku sê rojan dom kir û bi sedan jin beşdar bûn de, der barê tundiya mêr gelek nîqaş hatin meşandin. Jinên ku di komxebatên bi sernavên zêdebûna qirkirina zayendî, polîtîkayên dewletê, astengiyên li pêşiya gihandina jinan ya edaletê û li dijî polîtîkayên malbatê têkoşîna femînîst hat li dar xistin li hev civiyan, ceribandinên xwe vegotin.
Jinên ku beşdarî komcivînê bûn, şopandinên sê rojan û nirxandinên xwe yên der barê tundiya zêde dibe ji ajansa me re parve kirin. Jinan diyar kirin ku li dijî tundiya mêr-dewletê yekane rê ji hevgirtin û rêxistinbûyinê derbas dibe û bal kişandin ser têkoşînê.
'Em dikarin bi hevgirtinê li dijî tundiya mêr-dewletê bisekinin'
Dilxwaza Mor Çati Kubra Karagoz a bal kişand ser polîtîkayên ku li ser jinan tê meşandin wiha got; “Îsal em di 25’emîn sala komcivînê de li Amedê ne. Em di komcîvinan de tundiya li ser jinê diaxivîn. Em li vir gelek aliyên tundiya mêran axivîn. Dema em diçin 25'ê Mijdarê jî em careke din daxwazên xwe yên serhildana jinan a li dijî tundiyê parve dikin. Hevdîtinên wiha ji bo me hemûyan, hemû jinan gelek baş tê. Em hevgirtinê didin jîn û em hevdû bi hêz hîs dikin. Sedema tundiyê serweriya mêr û hegemonyaya mêr e. Ji ber vê yekê pir girîng e ku kiryar nîşan bidin û nîşan bide ku kiryar mêr e. Tişta ku wek jin dikeve li ser me, divê em bizanîn ku em ne bitenê ne û li dijî tundiya dibînin hay jê hebûn tevbigerin. Polîtîkayên tên meşandin, polîtîkayên bihişmendî ne. Ji ber ku em jin in, têgihiştinek ku em rêza duyemînim heye. Ji bo şikandina vê çemberê qebûl nekirina vê yekê, bi hevgirtin û li gel hev bûnê re pêkan e. Em dikarin bi yekitiya jinan li dijî partiyarka, tundiya mêr û dewletê bisekinin. Vê serhildanê bi hev re didin jîn. Ev yek encaq eiha pêkan e.”
'Jinên li herêmê li gorî Rojava di rewşa dezavantajê de ne'
Parêzera Baroya Wanê Umran Taş a kêfxweşiya xwe ya beşdarbûna komcivîba sala 25’êmîn a Stargeha anî ziman wiha got; “Ev komcivîn di gelek aliyan de gelek tişt daye min. Li vir ji her bajar jin hene. Min dît ku mijarên ku em dixwazin li ser biaxivin jî datînin li ser masê û ji bo wan peydakirina çareseriyan de pir bi hêz in. Lê ez di ferqê de ne ku xalek wiha jî kêm e. Em di ferqê de ku li Herêma Serhadê gihandina jinan ya edaletê hin zêdetir tê astengkirin û li gorî jinên Rojava rewşekî hin dezavantajê de ne. Di vî mijarê de hin zêdetir rêxistinkirî bixebitin û xwe bigihînin hemû jinan. Piştgirî û gihandina hemû jinên herêmê dê van pirsgirêkan kêm bike. Divê em vê feraseta mêr yê li pêşiya gihandina edaletê ya jinan bişkînin.”
‘Rawestandina qirkirina zayendî û tundiyê bi têkoşîna jinan re pêkan e’
Endama Komeleya Şêwirmendî û Piştevaniya Jinan a Fethiye Dilek Alicioglu Comert jî qala pêwistiya yekbûnê ya jinên rojhilat û rojava kir û wiha pêl da axaftinên xwe; “Dema em li gorî berê li komcivîna niha dinêrin, em dibînin ku navendên şêwirmendiya jinan zêde bûne. Berê çend komeleyên jinan tenê beşdarî komcivînê dibûn, lê niha bi dehan navendên şêwirmendiya jinan hene û beşdarî komcivînê dibin. Di çalakiyek wiha de cih girtin pir xweş û hêvî dide. Niha qirkirina zayendî bi rastî pir zêde bû û tevî ewqas tê şermezar kirin jî her roj tê jiyîn. Kiryar wekî qehreman tên nîşandan û ceza nayê dayîn. Rawestandina van jî bi têkoşîna jinan pêkan e. Divê hemû jinên Rojhilat û Rojava li ber xwe bidin û li dijî vê derkevin. Divê 25'ê Mijdarê û komcivînan de, kombûna jinan gelek bi nirx û girîng e.”
'Destkeftiyên ku me bi neynûkên xwe bi dest xist, ji destên me diçin'
Endama Komeleya Mala Stargeya ya Navenda Piştgiriya Jinan a Edeneyê Munive Dag a destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin bibîr xist û ji bo parastina van banga têkoşînê kir wiha got; “Ji sala 1994’an ve em li Edeneyê li dijî tundiya li ser jinê xebat didin meşandin. Tundiya li dijî jinê îro li her derê welat tê jiyîn û jin nayên parastin. Ger li Amedê ji tiliya jinek xwîn were, li Edeneyê dilê me biêş e. Beyî herêm ferq bike tundiya li ser jinê li her derê tê jiyîn û têkoşîna jinan a li dijî wê her tim serhildana xwe diqîre. Bila jin xwedî li doz û mafen xwe derkevin. Em bi neynûkên xwe hatine vê rojê, gelek destkeftiyên me ji destên me diçe. Lê hê jî hêviya min heye, piştî sala 2023’an dê ev destkeftiyên me bi têkoşînê vegere. Ez 72 salî me û li vir im, ez her ku ji bo jinan dixebitim xwe ciwantir hîs dikim. Cop an gaza îsotê be jî, em bê rawestan têbikoşîn. Ger em ji bo vê bimirin jî dê çi be.”