Amed dê di 25'ê Mijdarê de bibêje ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Platforma Jinê ya Dicle Amedê û hevparên Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ya Amedê, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ji jinên girtî re qert şandin û starta 25’ê Mijdarê dan.

Amed - Platforma Jinê ya Dicle Amedê û hevparên Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê ya Amedê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de starta çalakiyan dan. Jinên li ber avahiya PTT'ê ya Rezanê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" vekirin.

Di daxuyaniya li ser navê jinan hat dayîn de, wiha hat gotin: “Li ku derê dinyayê dibe bila bibe em jinên têdikoşe didin silav dikin, em ê çalakiyên xwe hefeteyekê bidomînin û me bi şandina qertan a ji bo jinên girtî dest pê kir.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sedsal û dîroka ku jin li dijî her cure îktidara hegemonîk têdikoşe, bal hat kişandin ser serhildana Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî û têkoşîna jinan a li hemû cîhanê. Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan û wiha hat gotin: “Bi taybet li bajarên Kurdistanê Colemêrg, Şirnex û Dêrsimê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin, bi taybetî jinan bi hedefgirtina zarok û ciwanan, binpêkirina mafan bi rêbazên madeya hişbir û fuhuşê bi darê zorê ji aliyê dewletê ve tê kirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtin û jinên hatine qetilkirin jî û herî dawî wiha hat gotin: “Jin tevî hemû zextan têkoşîna xwe ya li qadan bidomînin û dengê xwe bilind bikin. Em dest ji maf û azadiya xwe bernadin. Careke din dibêjin, em pênûsa Nagîhan Akarsel li erdê nahêlin û Jîna Emînî a li hemberî tundiya dewletê û mêr a li ser jinê li ber xwe da, bi bîr tînin.”

Daxuyanî bi dirûşmêyan bi dawî bû û qert ji jinên li girtigehan tên girtin re hat şandin. 

Bernameya jinan ya 25'ê Mijdarê ya Amedê wiha ye:

*19'ê Mijdarê /Şemî

Piştî serdana Dayikên Aştiyê wê belavok bên belavkirin

Cîh: Parka Koşuyoluyê 

Saet:12.00

*20'ê Mijdarê/Yekşem

Wê Nagihan Akersel û Jîna Mahsa Emînî bên bibîranîn

Cîh: Avahiya KASED'ê

Saet: 17.00

*21'ê Mijdarê/Duşem 

Serdana Atolyeya Tekstîlê 

*24'ê Mijdarê/Pêncşem 

Wê serdana Nobeda Edaletê bê kirin

Cîh: Li ber avahiya Edliyeyê

Saet: 11.00

*25'ê Mijdarê/Înê 

Wê Rapora Tora Tundiyê bê xwendin

Cîh: Avahiya Baroya Amedê 

Saet: 12.30

*25'ê Mijdarê/Înê

Meşa 25'ê Mijdarê ya Şevê 

Saet:17.00