‘Kongra Star bûye mala duyem ya her jinekê’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Star ku di 15’ê Çileya 2005’an de hat avakirin, piştî şoreşê bi navê Kongra Star, ev 19 sale têkoşîna xwe berdewam dike. Jin ku dibêjin guherînên bi kok jiyan kirine, diyarkirin ku Kongra Star mala wan a duyem e.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexistina jinan di şoreşê de beriya gelek salan destpêkiriye. Yekitiya Star a ku di 15’ê Çileya 2005’an de hat avakirin, di rêxistinkirina jinan de rêyek giring derbas kirine. Piştî şoreşê Yekitiya Star bi navê Kongra Star di civakê de guherînên bi kok dane avakirin.

Ji Yekitiya Star heta Kongra Star jinên li bajarokê Sirînê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê guherînên ku jiyankirine de ji ajansa mere nirxandin.

‘Jinan ji her cûrê tundiyê parast’

Endama koordînasyona Kongra Star Mona Al-Mustafa diyarkir ku Kongra Star jin ji her cûrê tundiyê parast û got: “Kongra Star bi xebatên ku dayî meşandin re ji bo jinan bû çavkaniya ewlehî û hêzê. Kongra Star bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an di nava jinan de hebûna xwe zêde kir. Ji roja hat demezrandin heta niha li kêleka jinan cih girt û li dijî zîhnyeta mêr têkoşîn kir.” Mona Al-Mustafa da zanîn ku ji derveyî xebatên xwe ên hişyarkirinê li bajar û gundan alîkariya derûnî û madî pêşkêşî jinan dikin û ev tişt anî ziman:

“Beriya sê salan min di Kongra Star de dest bi xebatê kir. Me li gelek guherîn da çêkirin. Destpêkê min jî hewla fêrbûn û hişmendiya xwe kir. Îro jî ez sûdê didim jinan. Bi rêya rêgezên Kongra Star ez bûm jinek azad ku hewl dide civakeke demokratîk ava bike.”

‘Ji bo hemû jinan bû stargeh’

Nada Al-Jadir li ser navê hemû jinan demezrandina Kongara Star pîroz kir û got: “Damezrandina Kongra Star, ji ber li ser rêgezên wekhevî, parastina jinan, parastina mafê xwe û tiştên ji wan hatine girtin cardin bigrin hatiye avakirin, ji bo hemû jinan gavek dîrokî û giring e.” Nada Al- Jadir îşaret bi wê yekê kir ku Kongra Star di nava jin û civakê de xwedî cihek gelek giring e û wiha got:

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek destpêkir. Beriya şoreşê jin rastî destdirêjî û cihêkariyê dihatin. Mafê jinan ên îfadekirina fikrê xwe nebû. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ev rewş hate guherîn. Îro jin dibin ronahiya şoreşê de destkeftiyên giring bi destxistin û tama azadiyê derdixin. Kongra Star ku li herêmê mafê jinan diparêze, em di vê heviyê dene ku hemû jin piştgiriya wê bikin. Bi xebatên Kongra Star re jinên Ereb ên ku rastî tundiya di nava malê û malbatê dihatin, bûn xwedî gotin û biryar. Kongra Stra stargeha hemû jinane.”  

‘Bi urf û adetên civakî re rû bi rû bûn’

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Duaa Al-Nasser, diyar kir pêkhateya civakî ya Sirînê, civakek eşîrtî ya li ser bingeha urf û adetan e. Duaa Al-Nasser, dest nîşan kir 'qanûnên' eşîrtî li ser civakê tê ferzkirin û wiha got: “Bi avabûna Kongra Star re di jiyana jinan de guhertinên girîng çêbûn. Kongra Star bû mala duyemîn a her jinekê. Kongra Star bû yekem piştevana jinên rastî koletî û neheqiya feraseta mer tên. Jinên ku bi Kongra Star re fêrî heqiqeta xwe bûn, rû bi rû bûna xwe ya ji bo urf û adetanên civakê ser xistin. Xwe ji zincîrên koletiyê rizgar kirin.” Duaa Al-Nasser, diyar kir beriya du salan di Rêxistina Sara de dest bi kar kiriye û got: “Ez bi karê ku dikim, serbilindim, ji ber ku ez bi hemû hêz û îradeya xwe beşdarî parastina mafên jinên rastî êrîşên zayendî bûne dibim. Min bi beşdarbûna rêxistinên jinan re guhertineke erênî bi dest xist. Ez di raman û pêkhatina kesayeta xwe de ji ber kontrolkirina hişmendiya desthilatdara mêr, di destpêka karê xwe de rastî gelek zehmetiyan hatim, lê bi saya Kongreya Star min xwe û doza xwe parast û daxwaza azadiya xwe kir.”