Kongra Star: Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dê têkoşîna me bidome

Meclisa Kongra Star a bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyanî da anî ziman ku ewê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em bang li jinan dikin ku xwelî li destkeftiyên şoreşa jin derbikevin.”

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star a bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek niviskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kongra Star ji bo hemû pêkhateyên herêmê bi taybet jinan mînaka rêxistinbûna partiyên siyasî, jinan û rêxistinên sivîl e û hate gotin ku jin di pêkanîna peymana civakî, xebatên komun, meclis û kantonê de rola pêşeng dilîzin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi giyanê şehîdên şoreşa me Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Leyla Agirî, Şîlan Baqî, Arîn Mîrkan, Zehre Berkel em salvegera damezirandina Kongra Star a 19`an li gelê me û tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kongra Star ji tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet jinan re bûye mînaka birêxistinkirinê di nava partiyan, rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl de û hate diyarkirin ku dê jin roleke pêşeng di pêkanîna Hevpeymana Civakî de di nava komîn, meclis û kantonan de bilîzin.

‘Em bang li jinan dikin ku xwelî li destkeftiyên şoreşa jin derbikevin’

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku tevî jin li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya şoreşê dikin û gelek destkeftî bi dest xistin û hîna bi dest dixe, lê hîna ji aliyê alîgirên zîhniyeta baviksalar ve rû bi rûyî tundiyê û zilmê, binpêkirin û sûcên dagirkeran dibin.

Di daxuyaniyê de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li gor, felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" û dirûşma "Bi giyanê şehîdên pêvajoyê em ê têkoşîna xwe mezin bikin" heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî jinan, hate kirin. Her wiha bang li jinan hat kirin ku xwedî li destkeftiyên şoreşa jinan derkevin û wan biparêzin.