Kongra MSD’ê bi hilbijartina hevserokên nû bi dawî bû

4’emîn kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê ya li bajarê Reqayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyek bi dawî bû. Leyla Qehreman û Mehmûd Mislit ji bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin.

Reqa- 4’emîn kongreya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi beşdariya 400 kesan ji delege û mêvanên hundir û derveyî Sûriyê hat lidarxistin. Di kongreyê de nîqaş û gotûbêjên berfireh li ser guhertina hinek xalan di avahiya navxweyî ya meclisê, rêziknameya hundirîn a meclisê, belgeyên siyasî, nexşerê û plansaziya karên meclisê hatin kirin. Kongre bi hilbijartina Leyla Qehreman û Mehmûd Mislit bo hevserokatiya nû, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyaniya ku weke encamnameya kongreyê bû naveroka wê wiha bû:

“Ji bilî çareseriya siyasî û diyalogê tu riyên din tune ne, bi darê zorê tu encam nikarin werin girtin. Girîngiya berdewamiya kar li ser diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo bidestxistina çarseriyê û nêrînên hevgirtî, bi baweriya niştîmanî demokrasî. Her wiha bidestxistina yekbûna xak û gelên Sûriyeyê. MSD girîngî dide rizgarkirina hemû herêmên ku hatine dagirkirin.”