Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî tecrîdê komxebatek li dar xist

Komxebata li Reqayê ya bi dirûşma "Bi rihê felsefeya neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî dimeşin ji bo Rêber Abdullah Ocalan", bi encamnameyê bi dawî bû.

Reqa – Komxebata bi dirûşma "Bi rihê felsefeya neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî dimeşin ji bo Rêber Abdullah Ocalan" ji aliyê Meclisa Kombûna Zenûbiyayê ve hatiye organîzekirin. Komxebat di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de hatiye lidarxistin ku duh ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine ragihandin. 250 kesayet û endamên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî komxebata ku li hola Mişwar a bajarê Reqayê a hatiye lidarxistin bûn. Di komxebatê de 4 mijarên sereke yên “Reqa: Biratiya gelan, Tebqa: Jinelojiya Jin, Jiyan, Azadî, Minbic: Çand û exlaq, Dêrazor: Erdîngarî û têgeha eşîran” hatin nîqaşkirin. Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.

Beşa yekemîn a komxebat ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad Casim ve hat birêvebirin. Di beşa yekemîn a komxebatê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Zuleyxa Ebdî der barê “biratiya gelan” de axivî. Zuleyxa Ebdî got: “Rojhilata Navîn xwedî çandeke dîrokî ya kevnar e û dendika yekemîn a afirandina jiyaneke civakî û siyasî bû. Li ser vê cografyayê vê çanda civakî gavên xwe yên yekemîn avêtin û pergala dayiksalariyê esas girt. Rastiya vê çandê xwe nespart desthilatdarî û zilmê.”

Çand û exlaq hat nîqaşkirin

Beşa duyemîn a komxebatê ku bi sernavê “Çand û Exlaq” bû, ji aliyê endama rêveberiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hind Daxistanî ve hat birêvebirin. Hind Daxistanî di semînera xwe de bal kişand ser girêdana exlaqê bi zihniyeta civakê re û got: “Rêber Abdullah Ocalan berdewamkirina civakan bi hebûna exlaqê ve girê da. Ev yek nayê wateya ku civak di aliyê fîzîkî de dê qir bibe, lê belê di aliyê fikrî de qir dibe. Eger civakeke ne xwedî çanda exlaqê be, tu hebûn û mayîna wî nîn e.”

Erdnigarî û têgeha êşîran

Di şîrovekirina mijara sêyemîn a bi sernavê ′erdnîgarî û têgeha eşîran′ de hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan axivî û wiha got: "Gelek pirsên girîng li ser çawaniya pirsgirêkên mirov û civak ji kevn de dijîn hene. Ji wan pirsgirêka civakî, aborî, ekolojîk ên ku li pêş pêşketinê dibin bend." Fatme Merwan diyar kir ku ji bo naskirina çawa û kengî ev pirsgirêk dest pê kir, teqez e ku tiştê hatiye windakirina ji bilî vegera li cihê hatiye windakirinê nayê dîtin û divê pirsgirêkên bandor li binyada civakê kirine werin lêkolînkirin, her wiha divê rejîmên hewl daye civakê ji cewhera wê ya. Der barê mijarê de Fatme Merwan îşaret bi êşên jinan di dirêjahiya demê de kişandine û serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Em jî hewl didin peyama rizgarkirina jinan bigihînin tevahî jinan ku xwe ji tevahî qeyd û bendan rizgar bikin û ber bi civakeke serkeftî xwedî azadî û wekhevî ve biçin."

‘Bi Jin Jiyan Azadî jin banga azadiyê dikin’

Di mijara dawî de girîngî li ser jineolojî û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bû. Di vê mijarê de endama rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê Mariya El Mûsa axivî û got: "Lêkolerê/a li ser rastiyên dîrokî û sedemên şoreşan dê li pêş were aşkerakirin ku dîroka koletiya jinan di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji lewre destpêka azadiyê ji vê xakê ve û bi rêya şoreş û zanistê ye ku dê bi wan re jin bi pêş bikevin." Mariya El Musa bal kişand ser felsefeya ′Jin, Jiyan, Azadî′ ku ev felsefe bûye diruşmeke û pê tevahî jin banga azadiya xwe dikin û wiha got: "Vê felsfeyê vkir û zanabûnê çêkir û asoyên giştî ji bo xwegihandina li rastiya sedsala 21′an vekirin ku ger jin neyê rizgarkirin civakê nayê rizgarkirin."

Paşê li ser her çar mijaran guftûgo çêbû.

Jinên beşdarî komxebatê bûn nêrinên xwe parvekirin.

Endama Meclîsa Jinan a Minbicê Asya Ebdullah di çarçoveya komxebatê de girîngiya rola jinê di belavkirina prensîbên exlaq, çand, edalet û hezkirinê de di civakê de ji kevin de nirxand û got: “Jin xwedî roleke zelal di xurtkirin û pêwîstiya hevgirtin û hevgirtinê di navbera endamên civakê de, û pêşxistina civakan bi hevgirtina di navbera hemû mezheban de ye. Ev sîstem jî hewl dide bi hedefgirtina jinan, nirxên exlaqî yên civakê tine bikin û kontrolkirina wan hêsantir bike û bigihêjin tişta ku kapîtalîzmê xwestiye.

‘Armanca tecrîdê rêgirtina li fikrên Rêber Ocalan e’

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê Mariya El-Mûsa jî wiha got: “Armanca bingehîn a tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan rakirina berfirehkirina fikir û felsefeya wî ye û rêgirtin li pêşiya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Em îro weke têkeliya hemû pêkhateyan li vir in ku ji dagirkeriya Tirk re îsbat bikin ku wê nikaribe biryar, hevgirtin û peyama me bişkîne.”

‘Fikrên Ocalan dîwarên Îmraliyê hilweşand’

Mariya Musa wiha domand: “Paradîgmaya neteweya demokratîk bi ser ket. Bi planên siyasî û mêtingerî wê îradeya gelên bi hêz têk neçe. Komploya ku ji bo tasfiyekirina rêberê projeya demokratîk û ramana wî ya azad pêk anîne têk çûye. Ji ber ku hîna jî fikra wî kelehên girtîgeha Îmraliyê û bendan şikandin û gihiştin vir.

Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû û ji hêla endama Koordînatora Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen ve hatin xwendin. Encamnameya komxebatê wiha ye:

“Divê em asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind bikin.

Divê em li ser belavkirina fikir û felsefeya neteweya demokratîk a li ser rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş bixebitin.

Divê parastina çandan were kirin, were belavkirin û têkoşîna li dijî her guhartineke demografiyê were kirin.

Xebat li ser beşdarbûna jinan di xebata siyasî û navendên biryarê de were kirin.

Divê bang li NY′yê were kirin bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hember kiryarên li dijî herêmê pêk bîne.

Divê têkoşîna jinan were bilindkirin ji bo gihandina li civakeke exlaqî û siyasî ya demokratîk a azad.

Divê xebat li ser pergala îdeolojîk were kirin ku vîneke azadî ji her jinekê re li ser bingeha mirovî û exlaqî were afirandin.

Têkoşîn li dijî tevahî şêweyên tundî û dagirkeriyê werin kirin.”