Kêfxweşiya jinên Şengalê yên piştî 7 salan vegeriyane ser axa xwe
Jinên di vê dema dawî de karîne ji kampên Başûrê Kurdistanê xelas bibin û xwe bigihînin Şengalê diyar kirin û dema berê wan ketiye Şengalê ji kêfan êdî lingê wan ji erdê negirtiye.
BARÎN SERDEM
Şengal – Til Izêr a dikeve başurê rojavayê Şengalê û 20 km yan ji navendê dure sala 1975’an hatiye avakirin. Li gorî gotinan dibêjin Til Izêr piştî rejîma baas a Iraqê welatiyên Şengalê neçar kirin ji çiyê dakevin hatiye avakirin. Ji ber Şengaliyê ji çiyê daxistin û li Til Izêr bi cîh kirin xwediyê rihê serhildêr ê serî li hemberî ti kesê nedanîbûn, ji ber wê jî her dem çavê deshilata heyî tirsandiye û êrîş li ser çêbûye. Di 14’ê Tebaxa 2007’de teqînek li navenda navçeya Til Izêr çêbû û nêzî 314 welatiyên ji Til Izêr û Sîba Şêx Xidir jiyana xwe ji dest dan û 700 kes jî birîndar bûn. Xelkên Şengalê vê bûyerê weke destpêkirina fermana 2014’an pênase dikin. Li gel van hemû pilanên qirêj jî welatiyên wê hev girtin û xwe li ber êrîşan qayîm girtin. Beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an 6 hezar malbat li Til Izêr dijiyan. Bi fermana li ser civaka Êzidî hatî de ji vê navçeyê 300 kes hatin qetilkirin û bi hezaran malbatên Til Izêr ji bo xwe ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bikin, berê xwe dan koçberiyê û li gelek deveran belavbûn. Piraniya wan jî li kampên Başurê Kurdistanê bi cîh bûn û 7 salin dibin şertên zor de jiyana xwe didomînin. Bi hêsanî destur nadin wan li Şengalê vegerin, hinek caran malbatek bi mehan li rê û rêbazan digere heta dikare xwe bigihîne Şengalê. Jinên karîne bi malbatî ji wan kampan xelas bibin û xwe gihane navçeya Til Izêr a Şengalê kêfxweşiya xwe ya piştî 7 salan vegera ser axa xwe ji kamerayên me re anîn ziman.
“Piştî 7 salan me got êdî bese”
Zînê Mamo ya 34 salî li gel hevjîn û 4 zarokên xwe li kampên koçberan ên Başûrê Kurdistanê dijiyan. Zînê ji ber rewşa xirab a kampan û tirsa ji agirên kû bi konana diketin, piştî 7 salên koçberiyê carekî din berê xwe da Şengalê. Zînê tiştên di koçberiya 7 salan de jiyayî wiha anî ziman: “Dema fermanê 3 mêrên malbata me bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin qetilikirin û 6 jin hatin revandin. Lê bi şensek mezin ew 6 jin di heman rojê de karîn xwe xilas bikin. Ji macbûriyetê me berê xwe da Başurê Kurdistanê lê li wir tu jiyanekî bi tendirust me nedît. Di fermanê de em 10 rojan li çiyayên Şengalê asî mabûn. Piştre em koçberî Başurê Kurdistanê bûn û li kampan jiyan gelek zehmet bû. Ti ewlehiya jiyana me nebû, ne diyar bû ku wê kengê agir jiyana me bidawî bike. Çi be jî di bin çadiran de her tim zehmete. Lê dema tu li mala xwe bê mirov aramiyê hîs dike. Piştî 7 sala êdî me got bese û emê vegerin mala xwe.”
“Dema ewlehî hebe titşên din wê çareser bibe”
Zînê diyar kir ku jiyana wan niha li Tilizêr gelekî rehetire ji kampên koçberiyê û wiha berdewam kir: “Em li vir gelek rehetin û ewlehiya me heye. Cîranên me hene, em weke rihê xwe hev nas dikin û dizanin ti ziyanê nadin me. Berê niha ji ber pirisgirêkên avê û elektirîkê me nedikarî vegerin, lê niha ev pirisgirêk çareserbûye û em vegeriyan mala xwe. Piraniya malên me bê derî û pencerene, hêviya me heye ku kesekî bibe alîkar û hîn derftên kar di vir de ava bikin da ku em bikarin jiyana xwe xweştir bikin. Kurek min ê astengdar heye. Ez bang li saziyên alîkariyê dikim berê xwe bidin kurê min û ji bo tedawiya wî alîkarî bikin.”
“Li vir bêhna min vedibe”
Dayika hevjînê Zînê Memo Misrî Xelef jî bi bîr xist ku tiştekî ji axa wan bihatir nîne. Misirî bi van gotinan hestên xwe yên vegera mala xwe anî ziman: “Mala me bê derî û pencerene lê çi be jî ji wan çadiran baştire. Li vir bêhna min vedibe ez gelekî rehetim. Dema welatê me be em dikarin rehet serê xwe deynin ser balgiyê xwe û bi dilekî aram çavên xwe bigrin.”
Marîn Şemo ya 39 salî û dayîka 4 zarokane ev 10 rojin vegeriya ye warê xwe. Ji roja fermanê heya berî çend rojan li kampên Başurê Kurdistanê dima got: “7 salên ku em koçber birbûn me gelek zehmetî kişand, êdî me nedikarî em di bin konan de bijîn. Ji ber ku li Tilizêr gelek malbat vegeriyane me jî biryar da ku em vegerin. ger hemû xelkên Şengalê vegerin em bawer dikin ku wê Şengal ji berê gelek xweştir bibe. Ev malê ku em têdene ne yê me ye. Lê belê çi be jî ji çadiran baştire. Dema em dihatin me bawer nedikir emê bighin Şengalê, ji kêfan lingê me ji erdê nedigirt.”