Jinên wargeha Mexmûrê: Riya çareseriyê li Îmraliyê ye

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê piştgiriya xwe ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li girtîgehan hatiye destpêkirin nişandan.

BERJİÎN KARA

Mexmûr - Li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin û çalakî wê heta 15’ê Sibata 2024’an bidome. Daxwaza çalakvanan rakirina tecrîdê û fîzîkî azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Herwiha ji hemu deverên cîhanê piştgiriya ji bo çalakvanan zêde dibe.

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê jî piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê anîn ziman û bang li tevayî gelê Kurd kirin ku xwedî li çalakiya wan derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bikevin tevgerê.

‘Di şexsê Rêbertî de hemû gelê Kurd tecrîd dikin’

Ezîma Avyanî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji derveyî qanûna mirovahiyê ye û got: “Tecrîda ku niha tê meşandin ne tenê li ser Rêbertî, li ser hemû girtiyên di zîndanan û gelê Kurd tê meşandin. Rêbertî tenê şexseke lê bi milyonan fikr û ramanên wî ji derve hene. Lê di şexsê Rêbertî de hemu gelê Kurd tecrîd dikin. Ji bo wê divê em şev û rojên xwe bidin çalakiyan. Ev sê salin bi tu şêweyî em agahî ji Rêbertî nagirin. Heta ku em agahiyek ji Rêbertî negirin û bi fîzîkî azad nekin divê em ne rawestin. Divê demê de pêwîste em hertiştî bikin, ne tenê bi meş û daxuyaniyan divê em 24 saetan li ser lingan bin û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.”

‘Divê em xwedî li çalakiya girtiyên siyasî derkevin û wan tenê nehêlin’

Ezîma Avyanî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî de ev tişt got: “Divê em çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî tenê nehêlin û xwedî lê derbikevin. Ew girtiyên ku niha di grevê dene bi sedan nexweşiyên wan hene, nexweşiyên dil, tansiyon û giran hene. Ew dinava çar dîwaran de têne tecrîd kirin, ji bo wê divê em xwedî li wan derkevin û tenê nehêlin.”

‘Hemu dewletên navneteweyî di nava komploya li ser Rêbertî de cih digrin’

Ezîma Avyanî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Hemû dewletên navneteweyî di nav komploya li ser Rêbertî de cih digrin, ji bo wê ye hemu bêdengin. Dibêjin ger îro ji Rêbertî dengek were bihîstin wê çareseriyek bikeve Rojhilata Navîn û ji vê rewşê ditirsin. Em bang li hemu partiyên Kurdistanê dikin, bibin yek û xwedî li Rêbertî derbikevin. Bila dewletên navneteweyî jî bikevin tevgerê û ji bo hevdîtinan hewldanan bikin.”

‘Divê em jin azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin’

Zehra Avci jî diyar kir ku divê gelê Kurd bi taybet jî jinên Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin bikevin tevgerê û wiha got: “Wek dayîk û jinên Kurd divê em hemû piştgirî bidin girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê dene. Ev 25 salin Rêbertiya me di girtîgehê de ye û ev sê salin bi tu şêweyî agahî jê nayê girtin. Divê em Kurd bibin yek ji bo ku em bigihin encamek û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin.”

Zehra Avci bang li dewletên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û gelê Kurd jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest rabin ser lingan.