Jinên reşik ên li Yemenê bi her cure kedxwariyê re rû bi rû ne

Li Yemenê jin û zarokên keç ên reşik rastî cihekariyê tên, bi gelek zehmetiyên ku bandorên xirab li jiyana wan dike re rû bi rû dimînin. Her wiha ji ber rengê çermê xwe rastî tacîz, tundî û cudakariyê tên.

HALA EL HAŞÎDÎ

Yemen- Jin û zarokên keç ên reşik ku di civaka Yemenê de rastî cudakarî û cihekariyê tên, di jiyana rojane de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Her wiha jinên reşik ji bilî nasnameya xwe ya jinbûn, ji ber rengê çermê xwe jî rastî cudakariyên tên.

Pirsgirêk ne tenê bi zarokên keç û jinan re sînordar e, zarokên kur ên bi çermê reş jî rastî êrîş û tacîzê tên û di karên giran de tên xebitandin, keda wan tê xwarin. Ev yek jî bandorê li tenduristiya wan a derûnî û fizîkî dike û nikarin derfetên ku perwerdeyek baş bigrin û potansiyela xwe ya tam bi cih bînin bigrin.

Giliya ku dikin jî bê encam dimîne

Nîma Al-Nashirî ya ku behsa tiştên jiyane kir da zanîn ku serî li yekîneyên ewlehiyê bidin jî nikarin encamek bi dest bixin. Nîma Al-Nashirî, wiha got: "Em wek zarokên keç ên reşik li dibistan û kolanan rastî êrîş û tacîzê tên. Her wiha rastî gotinên bi heqaret jî tên. Dema ji yekîneyên ewlekariyê re gilî û îxbar tên kirin jî lêpirsîn nayê kirin. Mexdûriyeta jin û zarokên keç ên reşik tên paşguhkirin û pereyê ku heq dikin nagirin. Gelek bûyerên ku jinên reşik ji aliyê xizmên xwe û kesên din ve rastî êrîşan tên hene. Lê der barê kiryar de bi gelemperî karûbarên hiqûqî nayên destpêkirin. Di rewşên girtina kiryar de jî bi gelemperî malbata aliyê din ji ber tirsa zextên civakî dozê paşve dikşîne.”

Mûçeyên kêm dîstinin

Yek ji jinan Ghadeer Al-Adanî jî da zanîn ku jin û zarokên keç ên reşik li Yemenê tacîz jî di nav de rastî her cure cudakarî zilmê tên di gihandina derfetên kar de jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Ghadeer Al-Adanî, bal kişand ku jinên reşik li Yemenê li gorî jinên rengê çermê wan vekirî kêmtir mûçe distînin û destnîşan kir tevî jinên reşik di jiyana kar de çi pêwîst e dikin jî bi pîşeyî rastî cudakariyê tên.

'Divê zagon bên pêşxistin’

Ghadeer Al-Adanî, da zanîn ku divê jin û zarokên keç ên reşik dema rastî tundî û êrîşa zayendî tên bên piştgirîkirin û bal kişand ku zanîna û kirina xizmetê perçeyek çareseriyê ye. Ghadeer Al-Adanî, diyar kir ku divê ji bo jin fêrî mafên xwe bibin hewldan bên dayîn û wiha got: “Dikarin li nêzî malên wan navendan ava bikin. Weke gava ewil, ji bo bihêzkirina jinên reşik xebatên teşwîqirina perwerdeyê dikarin bên meşandin. Divê ji bo mafên jinên reşik, zagonên li dijî cudakariyê ditêkoşin bên pêşxistin.”