Jinên Mexrîbê li dijî tundiyê daxwaza zagonên xweser dikin

Li Mexrîbê qetliamên jinan her ku diçe dibe sedema fikaran. Parêzvanên mafê jinan balkişandin ku zagona ku li Mexrîbê di sala 2018’an derket kêm dimîne û daxwaz kirin ku zagonên berfireh û xweser werin derxistin.

HANAN HARITE

Mexrîb – Yek ji welatên ku herî zêde qetlîam û tundî li dijî jinê pêk tê Mexrîb e. Di 14’ê Kanûnê de li taxa Al-Salam ya Bajarê El-Jadîda ya Mexrîbê li daîreya awahiyekê cenazeya 2 zarokên keç hat dîtin. Di 15’ê Kanûnê de jî di saetên sibehê de li ketina bajarê El Jadîda li kêleka rê cenazeyê jineke şewitî ji aliyê ajokerekî ve hat dîtin. Ji bo her du qetlîam derkeve holê lêkolîn hatiye destpêkirin, li hinek bajarên Mexrîbê jî qetlîamên jinan hate jiyîn. Yek ji wan jî di 31’ê Kanûnê li taxa Aîn Sebaa ya bajarê Kazablanê mêrek 49 salî hevjîna xwe û dayika wê bi îşkenceyê qetil kir. 23’ê Îlonê li bajarê Azrouyê jinek 25 salî ji aliyê mêrê 28 salî ku 7 sal in pê re zewicibû hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku jina ciwan ducanî bû. Di Gulana borî de li malek bajarê Kazablankayê di sarincekî de cesedê jinek ku hatiye perçekirin hat dîtin.  Piştî bûyerê lîkolîn hat destpêkirin û kiryarê ku nasnama wî diyar bû hat girtin.

Parêzvanên mafê jinan derbarê qetlîamên jinan bertekê xwe nîşan dan xwestin ku hin guhertinên yasayî ji bo parastina pêwîst ji jinan re bên kirin û cezayên pêximker ji tawankaran re bên dayîn.

‘Divê li dijî qetlîam û tundiyê çareserî were dîtin’

Xetice Tikren tekîldarî mijarê nirxandinan kir. Xetice Tikren diyar kir ku qetlîamê jinê şîdeta li hemberî jinê ya herî metirsîdar e û diyar kir ku qetlîam şiklê herî dijwar ê binpêkirina mafê jiyanê ye. Xetice Tikren  di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di demen dawî de zêdebûna qetlîamên jinan dibe sedemê fikaran û diyar kir ku divê lez û bez çareseriyekî were peydakirin û wiha pê de çû: “Li dijî her cure cudakarî û tundiya li ser jinan û rawestandina qetlîamên li ser jinan divê çareserî bên dîtin."

‘Li qadên giştî û taybet parastina jinan nîne’

Xetice Tikren banga pêkanîna peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan kir û got: “Ji bo rawestandina tundiya ku jin pê re rû bi rû tên, dem hatiye ku destwerdanê bikin. Li Mexrîbê zagona ku di sala 2018’an de hate qebûlkirin di kîjan astî de parastinê ava dike? Di zagona ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatiye derxistin de di derbarê qetilkirina jinan de ti xalek nîne. Ji ber vê yekê di zagonêde divê lezgîn guhertin bê çêkirin. Divê neye hiştin ku jin ber bi întîxarê re biçin û sucên bi vî şeklî were kirin. Divê em têkevin tevgerê. Divê qetlîam û tundi were sekinandin.”

Xetice Tikren daxuyaniya berê ya Federasyona Mafên Jinan bi bîr xist û got: “Me nebûna parastina jinan a li hemberî tundiyê rexne kir û xwest ku ev yek cidî bê dîtin. Me diyar kir ku li qadên giştî û taybet parastina jinan tune ye û banga destwerdana lezgîn kir. Divê çalakiyên ji bo rawestandina qetilkirina jinan ku tundiya zayendî ya herî xeternak e, bên berfirehkirin.”

Xetice Tikren di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rapora Federasyona Mafên Jinan û amaje bi vê yekê kir ku mirinên di bin navê întîxarê de te jiyîn aliyekê di navbera sala 2019 û 2021’an de 16 qetlîamên jinan hatiye jiyîn.

‘Em daxwaza zagonek berfireh û xweser dikin’

Endama Yekitiya Çalakiyên Jin, parêzer û parêzvana mafên mirovan Aisha Lakhmas bal kişand ser pêwîstiya zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku beriya niha bi 5 salan hate derxistin û got ku ev qanûn ji bo bidawîkirina diyardeya tundiyê têrê nake. Aisha Lakhmas bal kişand ser girîngiya xebat û parêzvaniyê ji bo derxistina qanûneke berfireh ku berpirsyaran eşkere bike û ji cezakirinê nerevin û wiha berdevam kir: “Zagona heyî ya li dijî tundûtûjiyê tenê guhertinek ji qanûna tawanan re ye. Ji ber vê yekê rastiya ku heyî re yanî tundiya li ser jinê re nabe bersiv. Em daxwaza zagonek berfireh û xweser dikin. Di mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û keçan de pêwîstî bi pêkanîna polîtîkayên giştî yên berfireh li ser bingeha bûdçeyeke domdar heye. Ger bûdçe, polîtîka, kesên pispor û perwerde ninbe em nikarin tundiyê ji holê rakin.”