Jinên Mexmûrê: Em ê berxwedanê bidomînin

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser wargehê şevê din ber bi seytereya ketina wargehê ve meşiyan.

Mexmûr – Şevê din balafireke bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya dagirker di saet 19:10’an de mizgefta semta 2 ya Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de dayîkek û dû zarok birîndar bûn.

Ji bo şermezarkirina êrişê şevê din şêniyên wargehê bi girseyî berê xwe dan seytereya ketina wargehê ku hêzên Iraqê li wir cih digrin. Di meşê de dayîkan bê navber tilîliyan dan û ciwanan jî di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’, ‘Bijî Serok APO’, ‘Bijî Berxwedana Gêrîla’ û ‘Bimre Îxanet’ berz kirin. Di meşê de peyama ew bû ku, gelê Mexmûr tu caran li beramberî dewleta Tirk û hêzên din serî natewîne, ji êrişên wan natirse û wê heya dawî berxwedana xwe bilind bike. Herwiha bang li hikumeta Iraqê kirin ku bi erkê xwe rabin û rê nedin êrişên li ser wargehê tên pêkanîn.

Dayîkên ku beşdarî meşê bûn bertekên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku ew ê wek gelê Mexmûrê tu caran dev jî berxwedana xwe neberdin û ji gefên dewleta Tirk re serî netewînin.

‘Serkeftin ya gelê Kurd e’                                                                                        

Fatma Kara ku yek ji jinên beşdarî meşê buye wiha bertekên xwe anî ser ziman: “Dewleta Tirk êrişî mizgefta me kir û birîndarên me hene. Em ji bo ku êrişê şermezar bikin meşîne heta seytereyê. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de heye û kesek li wargehê mabe wê li pey Rêberê xwe, gerîla û gelê xwe bimeşe. Çi ji destê me bê emê bikin, dewleta Tirk tu caran serkeftinê bidest naxe û serkeftin ya gelê Kurd û Mexmûr e.”

‘Bila dewleta Tirk dev ji van kiryarên xwe berde’

Fatma Kaya diyar kir ku dewleta Tirk çiqas êrişên xwe zêde bike jî em ê berxwedana xwe hertim mezintir bikin û got: “Em dewleta Tirk şermezar dikin, li mizgefta me dane ku mala Xwedê ye. Li ser wargeha Mexmûr êrişan pêktînin, bila dev ji van kiryarên xwe berde. Em ê heya dawiyê li ser vê riyê bimeşin û berxwedana xwe bidomînin.”