Jinên Filistînî li dijî dagirkerî û tundiya mêr li ber xwe didin

Zainab Al-Ghunaimî destnîşan kir ku 8'ê Adarê di aliyê jinan de roja berxwedaniyê ye got ku divê li dijî êrîşên ku di pêvajoya dawî de li dijî mafên jinan zêde dibin, bi destkeftiyên heyî li ber xwe bidin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Dîrektora Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Qanûnî û Parastina Mafên Jinan Zainab Al-Ghunaimî, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ajansa me re nirxandinan kirin. Zainab Al-Ghunaimî diyar kir ku 8'ê Adarê roja bilindkirina têkoşîna hevpar a jinan e û wiha axivî: "Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê New York ê DYA'yê 40 hezar karkerên tevnkariyê bi daxwaza şert û mercên baş ên xebatê dest bi grevê kirin. Di agirê ku ji ber êrîşa polîsan di kergehê de derket de 129 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan. Li Filistînê jî heman bûyer qewimî. Jinên li kargeheke kibrîtan ya li bajarê Hebronê dixebitin ji bo mafên xwe têdikoşiyan. Di kargehê encama dewreya kurt ya ceyranê de komek jin bi şewitîtandinê jiyana xwe ji dest da. Daxwazên jinan ya li hemberê şert û mercên xebatê. Li gorî mêran hin kêmtir pere digirtin.”

'Jin ji ber dagirkeriyê gelek zehmetiyan dikşînin'

Zainab Al-Ghunaimî da zanîn ku jin ji bo lêçûnên perwerdeya zarokên xwe yên li zanîngehan pêk bînin di lêgerîna kar de ne û bi van gotinan tiştên hatine jiyîn vegot: “Jin bi vekirina kargehên mîkro yan jî bi derfetên ku ji aliyê rêxistinên sivîl ve tên dayîn, di jiyana xebatê de cih digrin. Erdhejên hilweşanker ên îro pêk tên, şerê Rûsya û Ukraynayê, rewşa qeyranê ya li welatên Ereb bi giştî bandorê li cîhanê jî dike. Jinên Filistînî jî bi taybetî ji ber dagirkeriya Îsraîlê gelek zehmetiyan dijîni. Jin nikarin li welat di nava aştiyê de bijîn. Mînak jinên bi nexweşiyên pençeşêrê ji ber qedexeyên rêwîtiyê nikarin dermankirina xwe bikin. Jin bêyî kes bi wan re hebe nikarin di riya rêbejahî de rêwîtiyê bikin.”

'Êrîşên li dijî jinan zêde dibin’

Zainab Al-Ghunaimî diyar kir ku tevî hewldanên saziyên jinan û kampanyayên hişyarkirinê, li Şerîda Xezayê bi taybetî rêjeya tundiya fizîkî û zayendî jî zêde bûye. Zainab Al-Ghunaimî destnîşan kir ku pêwîst e di navbera Şerîa Rojava û Xezayê de qanûnên nû, yekgirtî bên derxistin û wiha axivî: “Di demên dawî de li dijî parêzvanên mafên jinan êrîş pêk tên. Jinên ku mafên jinan diparêzin û pêvajoya hiqûqî ya jinên mexdûrên tundiyê dişopînin rastî gefan tên. Jin ji bilî vê rastî tundiya dîjîtal jî tên. Der barê mijarê de rêjeya tawanan zêde bûye.”

'Destkeftiyên girîng hatin bidestxistin'

Zainab Al-Ghunaimî da zanîn ku bi berxwedana jinên Filistînî di sala 2022'an de, destkeftiyên girîng bi dest ketin, diyar kir ku Qanûna Rewşa Kesane ya ku ji bilî temanê rayê ya zarokan dê temenê zewacê derbixe 18 salî li Şerîa Rojava tê sepandin. Zainab Al-Ghunaimî herî dawî destnîşan kir ku divê malbat li dijî tundiyê bên hişyarkirin û anî ziman ku divê kiryarên tundiyê ji rayedarên berpirsyar re bên gilîkirin.