Jinên Filistînî behsa îşkenceya li girtîgehên Îsraîlê kirin

Fatima Al-Zeq û Aisha Al-Kurd ên ji Fîlîstînê, îşkenceya ku li girtîgehên Îsraîlê dîtin vegotin û dan zanîn ku rastî gelek binpêkirinên mafan hatine.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Girtiyên jin ên Filistînî yên girtîgehên Îsraîlê bi îşkenceya fizîkî û zayendî re rû bi rû dimînin, ji pêdiviyên herî bingehîn ên weke tekilîdanîn, hîjyen, xwarin û xizmetên tenduristiyê jî bêpar dimînin. Jinên bi navê Fatima Al-Zeq û Aisha Al-Kurd jî tiştên li girtîgehên Îsraîlê rastî wan hatin ji ajansa me re vegotin.

'Şopên îşkenceyê hê jî li ser bedena min e'

Fatima Al-Zeq bi gotinên "Rêwîtiya min a mirinê beriya ku ez bikevim Filistînê dest pê kir", diyar kir ku hefteyek dest û lingên wê bi kursiyeke hêsin ve hatine girêdan û bi van gotinan bal kişand ser asta îşkenceya ku dîtiye: “Min serê xwe bi zorê radikir. Ez bi vî awayî hatim lêpirsînkirin. Carna ava sar bi ser min de rijandin. Demên din jî rastî îşkenceya elektrîkê hatim. Ji bo xwarinê nan û zebzeyên xerabûyî didan. Di tevahiya lêpirsînê de ava paqij nehat dayîn. Piştre min xistin hucreyek ku nizanibûm şev e yan roj e. Şopên îşkenceyê hê jî li ser bedena min e. Ji ber îşkenceyê tûşî nexweşiyên bêhnê hatim.”

'Dema min zarok anî dinyayê kir bi zincîran ve girêdayî bûm’

Fatima Al-Zeq diyar kir ku dema hat girtin bi kurê xwe yê biçûk ducanî bûye û wiha axivî: “Xwîna min çû, ji ber vê yekê min xwest biçim nexweşxaneyê lê daxwaza min hat redkirin. Gardiyanan heqaretên herî giran li min kirin. Di tevahiya pêvajoya ducaniya min de jinên din ên girtî piştgirî dan min. Dema min zarok anî dinyayê, bi zincîran re girêdayî bûm.”

'Bi cop û bombeya gazê êrîş dikirin’

Fatima Al-Zeq diyar kir ku girtiyên jin di girtîgehê de piraniya demên xwe bi peçe û hicaban derbas dikin û wiha axivî: “Ji ber ku leşkeran her kêliyê dikaribûn derî tam bidin û bikevin hundir. Girtiyan li dijî êrîşên rast dihatin dest bi greva birçîbûnê dikirin. Gardiyanan jî bi cop û bombeyên gazê êrîş dikirin. Di wan deman de gelek kes dihatin xeniqandin. Min 12 sal ceza girt û çend salên vê di girtîgehê de derbas kir.

'Ji ber şert û mercan em bi gelek nexweşiyên ketin’

Çîroka Aisha El-Kurd a hat berdan jî ji çîroka Fatima Al-Zeq ne cuda ye. Aisha El-Kurd da zanîn ku di sala 1988'an de hatiye girtin, diyar kir ku piştî rayedarên Îsraîlê ji Şerîda Xezayê vekişiyan bi dayîna temînata aborî hatiye berdan. Aisha El-Kurd, wiha got: “Em di hucreyên yekkesî de rastî gelek binpêkirinan hatin. Di nava van de destpêke xirikandin lêdan, tacîza devkî, astengkirina têkiliya bi malbatê re, nedayîna xwarinê ye… Em ji ber hawirdora ne tendurist û xwarinan tûşî nexweşiyên cuda bûn.”

'Hêdê hêdî me terkî mirinê dikin'

Aisha El-Kurd diyar kir ku piştî rakirina Girtîgeha Ramlayê daxwaza wê ya nexweşxaneyê nehatiye qebûlkirin, bal kişand ku ev yek ji bo hedîkirina mirinê tê kirin. Aisha El-Kurd wiha axivî: “Pişti şewba Koronayê, lêgerînên bi şev zêde bûn û hevdîtinên malbatê yên girtiyên jin tên redkirin.”