Jinan xwestin mafê hêviyê ji bo Rêber Ocalan were dayîn
Malên Jin ên bajarê Hesekê Komploya navneteweyî ya 9’Cotmeha 1998 an şermezar kirin û derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Hesekê – Malên Jin ên kantona Hesekê Komploya navneteweyî ya 9’Cotmeha 1998 an şermezar kirin û der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek li çerxeriya Şehîd Avêsta
ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê da. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Malên Jin, Kongra Star û komîteyên wê beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê kordînatora Malên Jin a bajarê Hesekê Lemya Muhemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtin û teslîmkirina dewleta Tirk bi dawî bû. Rêber Abdullah Ocalan, ji wê demê ve heta niha di bin pergala tecrîda fîzîkî de ye.
‘Ramanên Ocalan ji daxwazên hêzên hegemonîk bihêztir in’
Îro, piştî zêdetirî bîst salan, bi tecrîda tund a li ser Rêber Abdullah Ocalan, eşkere ye ku van rejîmên otorîter qet dev ji hewldanên xwe yên ji bo şikandina ramanên wî yên azad bernedane, bi milyonan jinan hêviya rizgarî û wekheviyê bi wî re dîtine. Van rejîman hewl didin îradeya bi milyonan mirovan bişkînin lê ramanên Rêber Apo her dem ji daxwazên hêzên tîranî û hegemonyayê xurttir û bilindtir in. Rêber Ocalan bi riya projeya xwe ya rewşenbîrî û siyasî ku jin tê de asas bûn di biryardarî domand. Ev yek bû sedema hedefgirtina wî.
‘Jinan ji ramanên Ocalan îlham girt’
Li gorî vê, em jin bêparkirina berdewam a Rêber Ocalan ji mafên wî yên fîzîkî û mirovî yê herî bingehîn, mafê hêviye weke binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovî dibînin. Ji îradeya jinên ku ji ezmûna wî îlhamê digrin wekî riyek ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta mêr û otorîter ditisin. Her wiha em ji raya giştî re piştrast dikin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan ne tenê wî bi xwe hedef digre, azadiya hemû gelan û projeya aştiya dadwer a ku wî her dem hewl daye ava bike hedef digre.
‘Divê ji bo Ocalan mafê hêviyê were dayîn’
Em bang li hemû aliyên berpirsiyar û têkildar dikin ku rola xwe ya mirovî çalak bikin, bi zexta li ser dewleta Tirk û mecbûrkirina wî ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan, li gorî tiştên ku di qanûnên navneteweyî û Ewropayê de hatine destnîşankirin ku mafê hêviyê nas dikin û em biryara demê ya ku Komîteya Konseya Ewropayê daye dewleta Tirk bi tundî red dikin. Em soz didin em ê têkoşîna xwe bidomînin.Heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan pêk neyê, em bang li hemû hêzên femînîst, di nav de rêxistinên demokratîk, mirovî, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cih bînin. Her wiha em ji tevgerên femînîst ên li çar aliyên cîhanê dixwazin ku gavên lezgîn û tavilê bavêjin, dengê xwe bikin yek da ku bi vê komploya berdewam re hevrû bibin û di hemû astan de bi hev re û bi cidî bixebitin. Bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku sembola rizgariya jinan û azadiya gelan e, li gorî projeya neteweya demokratîk wekî tekane riya ber bi aştî û azadiyê ve.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.