Li dijî polîtîkayên ku piştevaniyê didin şerê Xezayê gelê Tûnisê derket qadan

Li Tûnisê di çarçoveya çalakiyên "Roja Hêrsê ya Gel" de ku bi salvegera duyemîn a şerê Xezayê re hevdem e, li ber Balyozxaneya Amerîkayê xwepêşandanek hat lidarxistin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Di çarçoveya çalakiyên "Roja Hêrsê ya Gel" de, Koordînasyona Çalakiyên Hevbeş ji bo Filistînê destpêkirina însiyatîfa "Milyonek Îmze ji bo Krîmînalîzekirina Normalîzasyonê" ragihand ku armanc dike piştgiriya gel bigre û zextê li ser qanûnek bike ku her cure piştgiriyê ji bo şerê tunekirinê yê li Xezayê krîmînalîze bike.

Hejmareke zêde sivîl beşdarî xwepêşandana duh êvarê ji aliyê Koordînasyona Çalakiyên Hevbeş a Filistînê ve hatibû lidarxistin bûn. Dirûşmên li dijî normalîzekirina şer bilind kirin û piştgiriya xwe ji bo doza Filistînê nîşan dan.

'Piştgiriya rastîn bi danîna çarçoveyek zagonî dest pê dike'

Endama Komîteya Kordînasyona Çalakiyên Hevbeş ji bo Filistînê, Randa Fahoula, diyar kir ku ev çalakî di gaveke sembolîk de ye ku armanc redkirina polîtîkayên ku piştgiriyê didin şerê tunekirinê ye. Di xwepêşandanê de peyamên weke spasiya ji bo Tûnisiyên ku beşdarî tevgerê bûn û piştgiriya xwe ji bo doza Filistînê nîşan dan hatin dayîn. Her wiha daxwaza berdana kesên ku beşdarî "Fîloya Berxwedanê" bûn hat kirin. Destpêkirina însiyatîfa "Milyonek Îmze ji bo Krîmînalîzekirina Normalîzasyonê" beşek ji doza neteweyî ye û pabendbûnek rastîn a piştgiriya doza Filistînê nîşan dide. Piştgiriya rastîn bi danîna çarçoveyeke zagonî ku van pratîkan red dike, dest pê dike."

‘Roja Hêrsê’ guhertinek cîhanî nîşan dide

Endama Kampanyaya Tûnisê ya Boykotkirin û Têkoşîna li dijî Normalîzasyonê Warda Trabelsi, got ku destpêkirina kampanyayê di sala 2014'an de weke bersivek li ser banga Filistînê ya ji bo zêdekirina kampanyayên boykotê hatiye û wiha axivî: "Ew weke rêbazekeke aştiyane ya bi bandor ji bo têkoşîna li dijî êşên gelê Filistînê tê nasîn. Roja Hêrsê ya Gel bi salvegera duyemîn a şerê Xezayê re hevdem e ku kêliyek girîng di dîroka pevçûnê de ye. Ev ji bo guhertina helwestên gelek welatan bûye bersivên navneteweyî yên li hemberî doza Filistînê ji nûve şekil daye. Boykot jî nîşaneya serkeftina serweriya neteweyî û serxwebûna biryardariya Tûnisê ya li hemberî zexta navneteweyî ye."

'Doza Filistînê parçeyek ji wijdanê me ye'

Endama Komîteya Koordînasyona Çalakiya Hevbeş ji bo Filistînê Sabrîn Hadawî, wiha got: “Doza Filistînê ne pirsgirêkek yan jî bi bûyereke wisa ji rêzê ye, dozek e ku di hişmendiya kolektîf de bi kûrahî kok digre. Dozeke ku gelek kesan ji zarokatiya xwe ve weke beşek ji nasname û prensîbên xwe qebûl kirine.” Sabrîn Hadawî diyar kir ku nifşê di bin siya serhildana Tûnisê ya 2011'an de mezin bûye, ji ber pirsgirêkên ku neteweya Ereb bi wan re rûbirû ye şekil girtiye û wiha bi dawî kir: “Vê yekê jî wî nifşê bêhtir bi dozên dadwer ve girêdaye, di nava wan de doza Filistînê jî heye. Pêwist e doza Filistînê bêhtir bê belavkirin, ji ber ku bîra kolektîf tevî hewldanên jêbirina wê zindî dimîne. Doza Filistînê ne bûyerek demkî ye, têkoşîneke berdewam e ji sala 1948'an vir ve û em ê li her dere piştgirî bidin û biparêzin."