Çalakvana mafên mirovan li Iraqê bi êrîşeke çekdarî kuştin

Li Iraqê di bûyereke ku deng veda de, çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim di wesayîta xwe de ji aliyê êrîşkarên nenas ve hat kuştin. Bûyerê fikarên li ser ewlehiya parêzvanên mafên mirovan a li welêt ji nûve derxist holê.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna êrîşên dawî yên li ser çalakvanên mafên mirovan li Iraqê, hem di nav raya giştî û hem jî di nav dezgehên fermî de fikarên cidî derxistiye holê. Raya giştî daxwaz dike ku sûcdar werin destnîşankirin û tedbîrên parastinê werin xurtkirin.

Ji aiyê çekdarên nenas ve hate kuştin

Bûyera trajîk a duh qewimî çalakvana mafên mirovan Hamsa Casim dema ku di wesayîta xwe de li navçeya Amiriye ya li bakurê Kutê rûniştibû, ji aliyê çekdarên nenas ve hat qetilkirin. Êrîşkar nêzîkî wesayîtê bûn, gule berdan û ji cihê bûyerê reviyan. Hamsa li cihê bûyerê mir.

Hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirin, lêkolîna li cihê bûyerê hat destpêkirin û cenazeyê wê birin klînîka dadwerî. Rayedaran ji bo diyarkirina nasnameya êrîşkaran û sedema êrîşê lêpirsînek dane destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên medyayê, Hamsa Casim wekî berpirsa mafên mirovan a li Desteya Rêveberiya Neteweyî dixebitî. Ev yek îhtîmala ku êrîş karê wê û nirxên ku ew diparêze hedef girtibe zêde dike.

Hesab ji sûcdaran bê xwestin

Piştî bûyerê, Navenda Nehil ji bo Maf û Azadiyên Mirovan êrîş bi tundî şermezar kir û bang li rayedaran kir ku sûcdaran bigrin û rastiyê eşkere bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Her xemsarî di lêpirsînê de dê baweriya raya giştî bi pergala dadweriya dewletê kêm bike." Navendê her wiha tekez kir ku pêwîst e ji veşartinê dûr bikevin û girêdanên bi derdorên bihêz re werin lêkolînkirin.

Bûyer ewlehiya parêzvanan hedef digre

Ev kuştin wekî yekem êrîşa bi vî rengî li bajarê Wasit a di salên dawî de hat tomarkirin. Lê belê, ew wekî beşek ji şêwazek tundiyê ya zêde li seranserê Iraqê tê hesibandin. Pispor dibêjin ku ev bûyer wekî hişyariyek cidî ji bo ewlehiya parêzvanên mafên mirovan a li welêt û pêşeroja azadiya ramanê xizmet dike.