Jinên Suweydayê ji bo piştgiriya gelê Kurd derketin qadan
Jinên ji bajarên Suweyda û Şehba yên Sûriyeyê, bi armanca piştgiriya gelê Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, li Qada Karama çalakiya piştgiriyê li dar xistin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Îro komekî jinên Suweydayê, rûxmê îzelasyona li Suweydayê ya ji ber qûtbûna înternetê jî, ji bo piştgiriya gelê Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şermezarkirina ambargoyê û êrişên hêzên rêveberiya demkî yên li dijî her du taxan, li Qada Karama li hev civiyan.
Beşdarvanên jin, diyar kir ku azadî û rûmet mafên her mirovan e û destnîşan kirin ku hevgirtin berpirsiyariyek exlaqî ya lezgîn e.
‘Jin êdî bêdeng namînin û em pêşerojek hevpar dixwazin’
Yek ji beşdarvanên çalakiyê Aktîvîsta Îlham Debeysî, armanca çalakiyê vegot: "Yekane sedema hatina min, nişandana hevgirtina min e. Gelê Kurd îro mîna me ne; xaniyên tên şewitandin, jiyanên hatine windakirin û malbatên bi darê zorê hatine koçberkirin. Ev êdî ne tenê pirsgirêka gelekî ye; pirsgirêka me ya hemûyan e. Em wekî jinên Suweydayê, bêdeng nemînin."
Aktîvîsta Îlham Debeysî, daxwaza xwe ya ji bo pergalek federal anî ziman û got: “Em bi salan, di bin zexta pergala navendî de jiyan kir. Îro em bi kesên ku me digot xwişk û bira re têdikoşîn. Em naxwazin bibin dijmin. Em tenê dixwazin bi nasnameya xwe, baweriya xwe û mîna jinek bi awayekî rûmet bijîn. Sûriyeyek ku jin di pêvajoyên biryargirtinê de cih digrin û rêz ji bawerî û cihêrengiyê re tê nîşan, pêkan e.”
Reham Ferhat: Dilê me û êşa me yek e
Reham Ferhat jî, hesta hevgirtina xwe bi gotinên bihêz anî ziman: "Em ji bo tiştê ku xwişk û birayên me yên Kurd dijîn, ne xerîb in. Em jî bûn hedefên heman hêzên tarî. Lewma, hevgirtin ne lutifek e; erka wijdanê ye. Dibe ku em nekarin çek an jî piştgiriya leşkerî bidin, lê em bi dil û dengê xwe li kêleka wan in. Em îro ji bo piştgiriya xwe li vir in. Em ê hemû bi hev re li ber xwe bidin. Em li van axan bi hev re çêbûn û emê bi hev re bijîn. Têkoşîn û pêşeroja me hevpar e.”
‘Divê em bêdeng nemînin’
Raqiyye el-Şeîr a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku êrîşên tên kirin polîtîkayek bipergalî ya tûnekirinê ye û got: "Ev teror ne tenê Kurdan hedef digre. Beriya niha Elewî û em jî hatin hedef girtin. Hewil didin gel yek bi yek xilas bikin. Ger em bêdeng bimînin, wê sibê pêkhateyek din were hedef girtin.”
Raqiyye el-Şeîr, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev têkoşîn ne tenê fîzîkî ye. Têkoşîna zanist, wekhevî û azadiyê ye. Emê li dijî vê ferasete bi peynûs û bedana xwe têbikoşin. Bila ji bîr nekin; ronî hertim li ser tarîtiyê tê. Wê heqîqet serbikeve.”