Gurbetellî Ersoz ji aliyê MKG û DFG’ê ve hat bibîranîn
Gurbetellî Ersoz, di 28’emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê MKG û DFG’ê bi gotinên; “Em dilê Gurbetellî yê ku ji bo rastî û azadiyê lêdida, bi têkoşîna çapameniya azad dineqşînin” hat bibîranîn.

Amed – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rojnameger Gurbetellî Ersoz a li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya weşana giştî bû, 8’ê Cotmeha 1997'an li Herêma Federal a Kurdistanê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
‘Wijdanê çapemeniya azad’
MKG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku Gurbetellî Ersoz yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e û wiha hat gotin: “Di salvegera wefata wê de, em wê bi bîr tînin. Gurbetellî, wijdanê dîroka çapemeniya azad, dengê jinên berxwedêr û pênûsa wan e. Gurbetellî ya ku di nava têkoşîna zanist, ronakbîrî û têkoşîna gelan de cih girt, di her serdema jiyana xwe de, parastina rastiyê weke rêgeza bingehîn dît. Rojnamegeriyê ne tenê weke qadeke pîşeyî, bi navê têkoşîna civakîbûna rastiyê pênase kir.”
‘Peywira me ya bingehîn mezinkirina têkoşîna wê ye’
Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo jiyandina mîrasa Gurbetellî, mezinkirina têkoşîna wê peywira me ya herî bingehîn e” wiha hat gotin: “Em kevneşopiya çapemeniya azad a ku bi pênûsa wê çêbûye, di riya bîrdoziya azadiya jinan de didomînin. Her rojnameger ne tenê bi bîranîna Gurbetelliyê, bi jiyandarkirina her nûçe, her pirs û her wêneyê peywirdar e.
Îro nivîsandina rastiyan ji aliyê jinan ve, hem xwedîderketina li bîranîna wê ye hem jî tê wateya dîtina jiyana ku ji aliyê pergala desthilatdariya mêr ve ketiye rewşek ku nayê dîtin. Em gotina Gurbetellî Ersoz a 'Heta ku azadiya jinan tunebe, azadiya gelan çênabe’ ji xwe re rêgez dibînin, li pey rastiyê dimeşin û dinivîsînin. Pênûsên me bi ruhê wê yê berxwedêr re dibe yek; her dîmena kamerayê, şopên cesareta wê nîşanî me dide. Em di şexsê Gurbetellî Ersoz de hemû rojnamegeran, bi hürmet, hezkirin û berxwedan bi bîr tînin. Mîrasa wan riya çapemeniya jinan ronî dike.”
DFG: Ew yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ye
Di daxuyaniya DFG’ê de jî wiha hat gotin: “Em di 28’emîn salvegera wefata Gurbetellî Ersoz de wê bi bîr tînin. Gurbetellî yek ji pêşengên çapemeniya azad e, em wê bi rêzdarî, hezkirin û hesret bi bîr tînin. Şopdarên Gurbetellî Ersoz, di sala 2014'an de roja 7’ê Cotmehê ku jiyana xwe ji dest da weke Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd îlan kirin. Bi hezaran jin îro mîrasa Gurbetellî dewr digrin, têkoşînê mezin dikin, hem îro pîroz dikin hem jî çalakiyên bîranînê li dar dixin. Gurbetellî Ersoz, li Tirkiye û Kurdistanê di qada medyayê ya ku ji navendên nûçeyan bigre heta hemû deran ji aliyê feraseta mêr ve dihatin birêvebirin, gerînendehiya giştî ya weşanê kir, bû yek ji peşengên têkoşîna azadiya jinan û navê xwe li dîrokê nivîsand
Jinên Kurd ên rojnameger, îmze avêtin bin destpêkek, îsal ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz cara pêşîn şeva xelatdayînê ya ku tenê jinên rojnameger tevlî dibin li dar dixe. Vê şeva xelatê ya ku li Tirkiye û Kurdistanê yekem e tenê ji bo jinan e; nîşan dide ku mîrasa Gurbetellî li pey xwe hiştiye çendî bi bandor û bi efsun e. Em ê xeyalên Gurbetellî ya ku pêşiya jinan vekir, bû deng û bêhna wan û ji me re mîraseke mezin hişt bi cih bînin. Em ê bi pêşxistina nûçegihaniya jinan, îdiaya ku em ê bibin dengê hemû jinên cîhanê mezin bikin; Gurbetellî Ersoz bi rêzdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber ditewînin. Em dilê Gurbetellî yê ji bo rastî û azadiyê lêdida, bi têkoşîna xwe ya çapemeniya azad dineqşînin.”