Jinan qurnefîlên ku li ser ‘Dawî li tecrîdê bînin’ nivîsî avêtin Çemê Firatê

TJA di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de qurnefîlên ku li ser “Dawî li tecrîdê bînin û aştî biaxive" nivîsî avêtin Çemê Firatê.

Riha – Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, ji bo balê bikêşin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê  li girtîgehan nivisa “Dawî li tecrîdê bînin û aştî biaxive" nivîsî bi qurnefîlan ve girêdan avêtin  Çemê Firatê ya li ser sînorê Riha. Girseya ku di nav de siyasetmedar û nûnerên saziyan heyî heta Pira Karababayê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Zindanan” meşiyan. Li ser pirê pankarta “Dawî li tecrîdê bînin, bila aştî biaxife" vekirin.

Her wiha jinan li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hewagê şahiyeke jinan li darxist. Di şahiyê de behsa dîroka 8'ê Adarê û berxwedana jinan hat kirin.

Di şahiyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin û bi gerandina govendê jî şahî bi dawî bû.