Ji zilma Talîbanê reviya, sînoran derbas kir, niha ji bo bijî dixebite
Derya Alizeî ya ku piştî ji zilma Talîbanê rizgar bû, bi malbata xwe re li ser sînorê her du welatan meşiya hat Tirkiyeyê, diyar kir ku di riya koçberiyê de rastî her cure tacîz û şîdetê hatiye, diyar kir ku piraniya jinên Afganî li bajarê ku lê dijîn hatine binçavkirin û şandine navendên paşve zivirandinê. Derya Alîzeî got ku ji bo bijîn têdikoşin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan - Di meha Tebaxê de bi ketina Talîbanê ya Afganistanê re bi hezaran kesî welatê xwe terikandin û koçberî welatên sînor bûn. Yek ji wan welatên ku di vê pêvajoyê de koçberî qebûl kir, ligel Îran û Pakistanê Tirkiye bû. Piraniya penaberên Afgan ên ku bi meşekê ji Îranê hatin ser sînor û ji wir derbasî welat bûn, li Wanê, jiyana xwe didomînin. Penaberên ku li vir bi karên cuda debara xwe dikin jî bi hezar û yek zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
"Em rastî şîdetê hatin"
Yek ji penaberên Afganî Derya Alîzeî ku rastî tacîz, lêdan û heqaretê hat, diyar kir ku ji ber tundiya li ser sînor lingê birayê wê şikestiye. Derya Alîzeî diyar kir ku piştî Talîban derbasî welat bûye ew û malbata xwe bi peyatî çûne sînorê Pakistanê û paşê Îranê, diyar kir ku piştî Îranê ber bi sînorê Urmiye û Xoyê ve reviyane. Derya Alîzeî diyar kir ku herî dawî ew ber bi sînorê Tirkiyeyê ve hatine û teqez kir ku bi wan re bi dehan kes sînor bi sînor meşiyane û hewl dan jiyana xwe xilas bikin.
"Îşkenceyeke ku me di rêwitiya xwe de nedît nema"
Derya Alîzeî diyar kir ku dema hatine ser sînorê Tirkiyeyê rastî îşkence û zextên ku di rê de nedîtine hatine û hêzên ewlehiyê yên li ser sînor jî pir xirab nêzî wan bûne. Derya Alîzeî diyar kir ku li ser sînor mêr û ciwan bi kulm û qundaxên çekan rastî lêdanê hatine û bal kişand ku ew jî bi heman şêwaze rastî şîdetê hatine.
"Jin hatin tacîzkirin"
Derya Alizeî jî anî ziman ku ew bûye şahid ku li ser sînor mirov hatine ricimandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tirkên ku me li ser sînor girtin, pereyê me hemû girtin û şewitandin. Bi hinceta lêgerînê hemû jinan tacîz dikirin. Bi vê yekê hinek jin jî tehdît kirin. Di wê riyê de em bi dijwariya herî mezin re rû bi rû man. Kes naxwaze welatê xwe biterikîne lê em ji ber şer neçar man birevin, em ji bo canê xilas bikin reviyan. Welatê min bûye cihê dojehê. Jinên Afganî di nav dojehê de dijîn û li ser serê wan zebaniyên dojehê hene. Afganî niha ji bo pêşeroja zarokên xwe li ku dibin bila bibin pêwîst e şer bikin.”
"Mirov tên binçavkirin û dixwazin paşve bên zivirandin"
Derya Alîzeî anî ziman ku li bajarê lê dijîn ne ewle ne û wiha got: “Em li vir tevî malbata xwe di karên cuda de dixebitin. Ez karê terzîtiye dikim.Welatê min tim tê bîra min lê tiştek ku ji destên min were tune ye. Niha piraniya jinên li vir dixebitin ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û wan dişînin navenda zivirandinê. Niha bi sedan jin bi zarokên xwe re li wir tên sekinandin. Mirov ji bo nemirin ji wir tên. Me nexwest em ji mala xwe derbikevin lê em neçar man. Niha em li vir ji bo bijîn dimînin. Em ne zimanê wan ne jî jiyana wan dizanin lê em nikarin tiştekî din bikin. Dibe ku ew dixwazin her kêliyê me bigrin û bişînin.”
"Me nexwest em ji welatê xwe dûr bikevin"
Derya Alizeî, bi gotina "Ma em dixwazin ji welatê xwe birevin" balê dikşîne ser mecbûriyeta penaberiyê û wiha got: “Heta em ji Afganistanê reviyan û hatin vir, li her sînorî, ji me re gotin, vegerin welatê xwe. Jin tên kuştin, mêr tên kuştin. Niha em tenê ji bo sax bimînin şer dikin. Me dev ji hemû hedef, armanc û daxwazên xwe berda ango Talîbanê daxwazên me nêrîna me ya erênî ya li ser cîhanê, têk bir.”
"Ji bo em bikaribin li Tirkiyeyê bijîn dixebitin"
Derya Alîzeî bang kir ku divê li welatê wê demildest şer bi dawî bibe û muameleya li dijî jinan bê bidawîkirin û diyar kir ku ew li Tirkiyeyê tenê ji bo bijîn têdikoşin û wiha axivî: "Cîhanê pişta xwe da Afganistanê. Tu welatî piştgirî neda me. Me li welatê xwe her cure binpêkirin ji aliyê Talîbanê ve dît. Niha li cîhanê cih ji bo Afganan tune ye ma dê kî bixwaze mirovên ji cih û warên xwe bûne hembêz bike? Dixwazim li welatê min şer di demek herî kurt de bi dawî bibe. Ez dixwazim vegerim welatê xwe lê heta ku ev pêkanînên Talîbanê berdewam bikin ez ê tu carî venegerim. Li welatê me, tu cihekî ku em ronahiya rojê bibînin, nehiştin. Em niha li Tirkiyeyê dixebitin lê tenê ji bo debara jiyanê ye ev xebat.”