Ji jinên Suweydayê bang: Girtiyan berdin

Jinên ku li Qada Karama ya bajara Suweyda ya Sûriyeyê hatin cem hev, xwestin mafên wan ên herî bingehîn bên bi cih anîn û banga berdana girtiyan kirin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Tevgera gel a ku di 17'ê Tebaxa 2023'an de li bajara Suweyda ya Sûriyeyê dest pê kir, berdewam dike. Gelê ku duh li Qada Karama hatin cem hev, xwestin girtî bên berdan, guhertina siyasî pêkwere û rejîm were hilweşandin.

'Êşên girtiyên jin du qet zêdetir e’

Ji jinan Basma El Akbanî, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan tê jiyîn û ev rewş ji bo jinan zehmetir e. Basma El Akbanî, wiha got: “Kurên min jî girtîbûn û girtîgehên Sûriyeyê wek 'pir xerab' pênase kirin. Di girtîgehên Sûriyê de mirov di şert û mercên pir xerab de dijîn, êşên girtiyên jin li wir du qat zêdetir dibe. Em dixwazin demil dest girtiyên di girtîgehan de bên berdan û em Sûriyeyek azad û demokratîk daxwaz dikin.”

‘Em ê heta bigihijin serkeftinê têbikoşîn’

Taghreed Al-Taweel jî diyar kir tevî baran û hewaya sar jî ji bo daxwaza mafên xwe yên demek berê hatine dizîn li qadan amede ne û daxwaza azadiya girtiyan û vegera kesên ji cih û warên xwe bûne dikin. Taghreed Al-Taweel, wiha got: "Rejîm çavkaniyên welat weran kir û ji Rûsya û Îranê re firot. Em li axa xwe dagirkeriyek naxwazin û em ê heta bigihijîn serkeftinê têbikoşin. Divê em ji bo tirsan derbas bikin, ji koletiyê rizgar bibin û heqiqeê bînin li ser ziman, li qadan bin.”

'Em bi rejîmek zordar re dijîn'

Xwendekar Dîma Ebû Îsmaîl jî yek ji jinên ku li qadê daxwazên xwe tinê li ser ziman bû. Dîma Ebû Îsmaîl, diyar kir di pêvajoya perwerdeya xwe de rastî gelek neheqiyan hatiye û wiha got: “Ez dixwazim li welatekî ku hikûmet bi awayekî adil nêzbibe bixwînim. Dîrokak dirêj a Zanîngeha Şamê heye, lê di pêvajoya Beşar Esed de gihişt asta herî xirab. Ez bi taybetî xwendekarên jin bang li hemû xwendekaran dikim daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn bikin. Piranî xwendekar ji gefên rejîmê yê li dijî xwe ditirsin. Em bi rejîmek zordar re dijîn. Ji ber vê yekê divê em ji bo azadiya xwe têbikoşin."