Jinên girtî ên siyasî ji bo Rojava bang kirin

Jinên li girtîgeha girtî ya Sîncan a Jinan a Enqere diyarkirin ku dewleta Tirk hedefgirtina qadên jiyanê ên Rojavayê Kurdistanê ‘hewildane qirkirinê ye’ banga ketina tevgerê li rêxistinên civaka sivîl, hêzên demokrat û gelan kirin.

Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî ên jin ên ku li girtîgeha girtî ya Sîncan a Jinan a Enqere dimînin. Der barê êrîşê dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye de peyamek ya şermezarkirina êrîşan şandin. Di peyamê de destnîşan kirin ku Rojava û Şengal ku zihnyeta DAÎŞ’ê tune kir û mizgînya xweş ya serkeftinê daye hemû cîhanê û ji bo hemû jinên cîhanê bû hêvî, îro ji aliyê heman zîhnyetê ve ev 3 roje dibin êrîşan dene.

‘Nîşandan ku hedefa wan îmhakirina Kurdan e’

Di berdewamiya peyamê de ev tişt hate gotin: “Dewleta Tirk û hêzên wê ên faşist, piştî çalakiya Enqere bi hêceta ‘ewlehiyê’ li Rojava û Şengalê êrîşî çavkaniyên avê, nexweşxane, qadên jiyanê, îstasyonên petrolê, santralên kehrebeyê, qampan kir. Vê ji li pêş çavê hemû cîhanê bi îfadeya ‘hemû hedef ji bo me rewaye’ dikin. 

 Bilançoya vê bombardumanê heta niha bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dan û birandar bûne, ji derveyî vê jî derket holê ku qadên jiyanê jî tên îmha kirin. Ev êrîş û konsepta dagirkeriyê raste rast, li beramberî Kurd û li gel Kurdan li dijî destkeftiyên gelê li herêmê ne. Bi aşkirayî hedefgirtina sivîlan û qadên jiyanê hewldana dagirkeriyê ye. Dewleta Tirk carek din nişanda ku hedefa wan a îmhayê Kurd in. Diyarkirin ku berdewamkirina van êrîşan armanca vegerandina parastina êrîşane.

Em weke girtiyên siyasî ên jin li girtîegha Sîncanê dimînin; Em demildest dixwazin ev êrîşên ku tê kirin were rawestandin. Ji bo vê yekê em bang li saziyên civaka sivîl ên Tirkiye, hêzên demokratîk û gelên li Tikriye û gelan dikin ku; ji bo nebin hevkarê vî sûcî  bikevin nava tevgerê.”