Ji bo dosyaya Meryem Sevîm biryara nepenîtiyê: 2 kes hatin girtin
Mûsa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kir nehat dîtin, ji dosyayê re biryara nepenîtiyê hat dayîn. Hat hînbûn ku 2 kesên ku li cihê bûyerê bûn û piştre hatin binçavkirin, hatin girtin.

Amed- Mûsa Sevîm ê ku beriya 4 roj an Meryem Sevîm bi çekê qetil kir hêj nehat girtin, 2 kesên dema bûyerê li kafeyê bûn û piştre hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Hat hînbûn ku dozgeriyê ji lêpirsînê re biryara nepenîtiya daye.
Li gor agahiya ku ji parêzerên ku bi dozgeriyê ra hevdîtin pêkanîn hatin wergirtin, hat hînbûn ku di dosyayê de 2 gumanbarên ku dema bûyerê li qefeyê bûn hatine girtin. Di nava agahiyên hatine bi destxistin de cih digre ku, dozgeriya ku ji ber ne reşkirina delîlan ji dosyayê re biryara nepenîtiyê da, di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên qeydên kamerayê yên li kafeyê hatin ditîni ji lêkolînê re şand.