Ji 134 rojên Kobanê: Me êş û kefxweşiyê bi hev re jiya

Kelîme Demîr bi hezkirin, dilsozî û wêrekî şahidiya tevahî kêliyên 134 rojên berxwedana Kobanê kir. Bi kelecan, keser û kêfxweşî bi lêv dike ku di kêliyên rizgarkirinê de kêfxweşî û êşeke bêdawî xwe li dilê wê pêçandiye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bajarê Kobanê ku yek ji biçûktirîn herêmên Rojavayê Kurdistanê ye di navbera salên 2014-2015`an de mezintirîn berxwedana li hemberî terorê di sedsala 21’emîn de, pêşwazî kir. Şerê ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kir, di 26`ê Çileya 2015`an de bi serkeftinê bi dawî bû. Şahidên vê berxwedana dîrokî bi hezaran bûyer, bîranîn û kêlî di bîra xwe de girtin ku dikarin ji bo nifşên li pêş re vebêjin.

Kelîma Şewket Demîr a 41 salî di nava malbateke welatparêz de li bajarê Kobanê mezin bûye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî êrîşê navenda bajarê Kobanê dikin, Kelîme Şewket Demîr bi awayê bêdilî derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Piştî du rojan bi îsrar, dilxwazî û wêrekiyeke mezin vedigere nava şer û xebatên şehîdan dike. Kelîme Şewket Demîr ji ber karê xwe, piraniya şervan û welatparêzên ku jiyana xwe ji dest dan û yên di eniyên şer de dibîne. Piştî ku 8 sal di ser vê berxwedanê re boriyan, tiştên ku Kelîme di şerê Kobanê de jiyaye heta niha jî di bîra wê de ne.

Kelîme Demîr bi rondik, keser û kêfxweşiyeke bêdawî, ji ajasa me re behsa afmosfera şer û bi taybetî kêliyên rizgarkirinê kir.

‘Şerê li hember Kobanê komployeke bû’

Kelîme Şewket Demîr a got ku "Şerê ku li Kobanê pêk hat, mirov dikare weke şerê mayîndekirina jiyana gelê Kurd bi nav bike” destnîşan kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê komployekê bû û got, “DAIŞ jixweber nehat birêxistinkirin.”

Kelîme Şewket Demîr anî ziman ku di êrişên li ser Kobanê de dewleta Tirk ku weke endamekê NATO’yê ye ji hemu aliyan ve destekê dida DAIŞ’ê û ev tişt got; “Ji bo vê ez dibêjim ku serokê AKP`ê Erdogan, serçeteyê herî mezin e û dixweze xîlafeta DAIŞ’ê mayînde bike. Ev yek di dema berxwedana Kobanê de hat teqezkirin, DAIŞ’ê di 29`ê Mijdara 2014`an de Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kir. Tenê aliyê Bakurê Kurdistanê vekirîbû ku gelê wir piştgirî dida me. Wê demê Erdogan 4 seat da çeteyan ku tevahî Kobanê bigrin, da ku gel û şervanên di Kobanê de mane derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bibin. Ji ber vê Erdogan bi baweriyeke mezin got; Kobanê ha ket ha dê bikeve. Lê bi berxwedanî û qehremaniya şervanên YPJ`ê, YPG`ê û tabûrên cuda yên welatparêz Kobanê neket û serkeftin di Çileya 2015`an de ragihand. Li kobanê berdêlên gelek giran hatin dayîn, heta mirov dikare bibêje xwîna ciwanên çar parçeyên Kurdistanê û yên enternesyonal jî li Kobanê bû yek."

Ji bo ku êşa malbatan sivik bike barê xwe yê manewî giran kir

Dema ku me mayîna Kelîme Şewket Demîr ya di nava şer de jê pirsî, wê kesereke hûr û kûr kişand û axivî: "Ez ji malbateke welatparêz û şehîdan im, ev yek jî bingeha hezkirin û girêdana bi axê re di kesayeta min de ava kir. Mayîna min a di berxwedana Kobanê de li ser vê bingehê bû, min wê demê şehadet, bijareyên ku ez endamên bedana xwe ji dest bidim da ber çavên xwe. Tevî vê yekê jî ez bi îsrar û dilsoziyeke mezin di nav şer de mam, min kar û barên şehîdan jî kir. Me nasnameyên şehîdan kom dikir her wiha bedena wan ji xwînê paqij dikir, birînên wan didirût, ew kefen dikirin û dixistin morgê heta ku me binax dikir ango derbasî Bakurê Kurdistanê dikir. Li şûna ku malbat zarokên xwe yên şehîd birîndar bibînin û zêdetir bi bandor bibin, me ew êş dikişandin da ku dayik û bavên şehîdan zarokên xwe bi awayê herî baş bibînin. Jixwe gelek caran şehîd bi mehan di morgê de diman, heta ku derfet çêbûbûya me ew derbasî Bakurê Kurdistanê bikira. Her wiha ji ber ku bi dehan kes di seferberiyê de dihatin, me ew nas nedikir û bi rojan em li nasnameyên wan digeriyan. Heta li Goristana Şehîd Dîcle, çend gorên bênav hene."

‘Berxwedana Kobanê bi cesaret pêşengî û wêrekiya jinan bi ser ket’

Berxwedana Kobanê bi pêşengiya şervan û fermandarên YPJ`ê di asta Kurdistanî û navdewletî de deng veda. Kelîme Şewket Demîr dirêjî da axaftina xwe û behsa vê xalê kir: "Berxwedana şervanên jin a destpêkê, di dibistana gundê Serzûrî de pêk hat. Bi pêşengiya şehîd Peyman Tolhildan komeke şervanan heta kêliya dawî ya jiyana xwe di wê dibistanê de şer kirin da ku çete ber bi Kobanê ve neyên. Têkoşer Arîn Mîrkan û Viyan Peyman min nedîtin lê tevahî şervanan behsa lehengiya wan dikirin û ji bo xwe weke çavkaniya hêzê nîşan didan. Fermandar Zehra Penaber min ew dît û bi destên xwe jî kefen jê re amade kir.”

Piştî 134 rojan, roja serkeftinê…

Rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de bi rengekî fermî hat ragihandin. Beşdarên şer li gorî bûyerên ku tê re derbas bûn, hestên cuda di dema rizgarkirinê de jiyîn. Kelîme Şewket Demîr hestên ku bi hevalên xwe re jiyane wiha bi lêv kir: "Piştî 134 rojên berxwedanê û şerê bênavber mizgîniya serkeftinê di 25`ê Çileya 2015`an de ji me re hat. Me hestên cuda, jiya, weke kesayet jî kêfxweşî û êşê xwe li dilê min pêçand. Di wan kêliyan de bi hezaran bîranîn, şehîd, daxwaz û bûyer di ber çavên min re borîn. Şeva ragihandina serkeftina Kobanê, şervanan em jî vexwendin şahiya pîrozbahiyê. Me rizgarkirina Kobanê bi rondik, tilîlî û govendê pîroz kir. Hestên kêfxweşî, serbilindî û serkeftinê di çav, rû û kenê şervanan de diyar bû. Vê afmosferê tunebûna DAIŞ’ê ji me re teqez kir û hestên serkeftinê misoger kir."

‘Rihê te li Kobanê ye…’

Kelîme Şewket Demîr di dawiya axaftina xwe de yek ji bîranînên xwe yên herî xemgîn wiha tîne ziman: "Bûyera herî bi êş ji bo min, şehîd Hemze bû ku di nava koma Helebê de bû. Li kêlek cihê me komek şervanên nû hebûn, me jî wê rojê biryar girt ku em ji bo wan xwarinê çêbikin. Di wê navberê de şehîd Hemze ket hundir û çavê wî bi xwarinê ket. Got ku wî pir bêriya dolmeyan kiriye ji ber ku dayika wî her dem ji bo wî çêdikir. Pişt re rûnişt û ew jî bi me re xwarin çêkir. Agahî jê re hat ku şer giran bûye, ji ber vê divê biçe. Beriya ku derkeve me jê pirsî ku gelo dê kengî Kobanê rizgar bibe, şehîd Hemze got wê di deme kurt de rizgar bibe û em ê piştre tevahî Kurdistanê bikin yek. Piştî çû bi êrîşa sekvaniyê şehîd ket û şahidiya rizgarkirinê nekir. Cenazeyê wî du rojan di morgê de ma, em jî çûn morgê û me mizgîniya rizgarkirinê da wî, me jê re got ku ‘bedena te çû lê rihê te li Kobanê ye’. Ev bûyer ji bo min gelek bi êş e, ji ber ku min şahidiya vê yekê kir."